Bisîklêtvanê Brîtanî piştî 29 welatan gihîşt Hewlêrê

11-04-2023
RÛDAW
Bisiklêtvanê Brîtanî, Alex Sydney ê 20 salî li cadeyeke Hewlêrê, şeva Duşemê 10ê Nîsana 2023. Wêne û video: Rûdaw
Bisiklêtvanê Brîtanî, Alex Sydney ê 20 salî li cadeyeke Hewlêrê, şeva Duşemê 10ê Nîsana 2023. Wêne û video: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bisîklêtvanê Brîtanî Alex Sydney ku ew salek e bi bisîkleta xwe ya 2 metre bilind gerek li dora dinyayê destpê kiriye, hatiye bajarê Hewlêrê.

Ew xortê Brîtanî ku niha 20 salî ye, dema ku 19 salî bûye û derbasî zanîngehê bûye, biryar daye ku bi bisîkleta xwe gerekê bo welatên cîhanê destpê bike, lewra heta niha ji 29 welatan derbas bûye û niha gihîştiye Herêma Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê ye.

Alex Sydney derbarê wê geşta xwe ya bi bisîkletê de ji Rûdawê re ragihand: “Min dest bi vê gera xwe kir, ji ber ku min dixwest civakên zêdetir, di warê çand, xwarin û xwezayê de nas bikim, min her tim dixwest ku welatên cîhanê bibînim, ji bisîkletê jî baştir nabînim bo vî karî.”

Rêxistina Bisîkletê ya li Hewlêrê ku taybet bi çalakiyên bisîkletê ye, pêşwaziya li wî bisîkletvanê Brîtanî kir, cîh da wî û dixwazin ku çand, cihên dîrokî û geştiyarî yên Hewlêrê nîşanî wî geştyarê Brîtanî bidin.

Alex di gera xwe de bi kûçikekî re tê û dibêje, hewaya Kurdistanê û germahiya xelkê wê bala wî kişandine. Alex Sydney dibêje: “Mirovên li vir pir dilovan in û dîrokek taybetî ya wir û dîmeneke bêhempa heye.”

Bisîkletvanê Brîtanî ku ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ve derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bûye, dê du rojan li Herêma Kurdistanê bimîne, û dê ji Hewlêrê biçe Silêmaniyê û paşê bi rêya Deriyê Sînorî yê Başmaxê derbasî bajarê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê bibe û ji wir ve ber bi bajarên din ên Îranê ve biçe.

Alex Sydney tekez dike, piştî Îranê ew dê biçe Pakistanê û ji wê derê ve dê gera xwe ya bo welatên din ên Asyayê bidomîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst