Rûdawê rewşa Brezîlyayê ya di kûpayê de ji Ronaldo pirsî

07-12-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Ronaldo Luis Nazario Ivan Zamorano Kûpaya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ronaldo Nazarioyê Brezîlî got ku rewşa Brezîlyayê di Kûpaya Cîhanê de baş e. Stêrkê berê yê futbolê yê Şîliyî Ivan Zamorano jî diyar kir ku ev Kûpaya Cîhanî bi surprîzan tije ye.

Di Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an ku li Qeterê tê lidarxistin de, tîmên ku derketin çaryeka fînalê diyar bûn.

Brezîlyaya ku Koreya Başûr têk bir û bû yek ji tîmên ku derbasî çaryeka fînalê bû.

Tîma Werzîşê ya Rûdawê li Qeterê ji lîstikvanê efsanewî yê Brezîlî Ronaldo Luís Nazario de Lima pirsa şansê şampiyoniya Brezîlyayê kir.

Ronaldo bi kurtî got "Em di asteke pir baş de ne" û zêde bersiva pirsan neda.

Di qinaxa dawî ya 16an surprîza herî mezin Fasê li hemberî Îspanyayê kir ku bi penaltiyan jê bir.

Stêrkê berê yê Şîliyî Ivan Zamorano ku berê di tîmên wek Sevilla, Real Madrid û Inter Milan de lîst, ji peyamnêrê Rûdawê re axivî û got “Ev Kûpaya Cînahî bi surprîzan tije ye û ez nizanin dê kî derê fînalê.”

Zamorano diyar kir ku tîmên ku derketine çaryeka fînalê yek ji yekî din bihêztir e û dibêje “Fransa bi Mbappe re ji bo hevrikan xofdar e, Arjantîn jî bi Messi re. Lê tenê zeka dê têrê neke.”

Li ser pirsa “Bi ya we kî dê Kûpaya Cîhanî bi dest bixe?” Zamorano wiha bersiv da “Ev Kûpaya Cîhanî bi surprîzan re tije ye, ji ber vê yekê ne diyar e dê kî bi dest bixe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst