Werzîşvaneke karatê ya Rojavayê Kurdistanê medaliya zêrîn wergirt

06-11-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Şêrîn Osman li ser asta Sûriyê gelek mîdaliya wergirtine
Şêrîn Osman li ser asta Sûriyê gelek mîdaliya wergirtine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêrîn Osman, keçeke bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, lîstikvana Karatê ye, gelek medalya li ser asta Sûriyê bi dest xistine, herî dawî jî li bajarê Laziqiyê bû şampyona Sûriyê û medalya zêrîn bi dest xist.

Tevî rewşa zehmet li Rojavaya Kurdistanê, gelek qehremanên behremend, di warê werzişî de derdikevin û li ser asta Sûriyê pileyên bilind digirin.

Yek ji wan qehremanan, keçeke Kurd e, ji bajarê Hesekê, navê wê Şêrîn Mişel Osman e, lîstikvana werzişa karatê ye.

Şêrîn Mişel Osman ji Rûdawê re ragihand ku, di gelek kêbirkiyan de beşdar bûye û hejmarek ji medalyayan wergirtine.

Qehremana karatê ji Hesekê Şêrîn Mişel Osman dibêje: “Ez  heta niha beşdarî gelek pêşbirkan bû me û min gelek xelat bidest xistine. Ez herî dawî di şampyona Laziqiyê de beşdar bûm û zêdetrî 1200 lîstikvan hebûn û lê min karî li ser asta Sûriyê bibe yekem.”

Dawîtirîn serkeftina Şêrîn, 29ê Cotmeha 2022yan bû, di kêbirkiyekê de, li ser asta Sûriyê, li bajarê Laziqiyê, pileya yekem derket û medalyaya zêrîn wergirt.

Rahênerê wê jî Rêzan Şêxo dibêje, wan ji bilî Şêrîn hejmareke lîstikvanên din jî biribûn Laziqiyê, wan ji bilî medalya Şêrînê ya zêrîn, 3 medalyayên zîv û 6 bronz bi dest xistin.

Şêrîn Mişel Osman sala 2003ê ji dayîk bûye, ligel malbata xwe, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, dijî û di çalakiyên xwe yên werzişî de berdewam e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst