FIFA 2018 – Fransayê Uruguay jî ji kûpayê avêt: 2-0

06-07-2018
RÛDAW
Nîşan FIFA 2018 Rûsya Kûpa Cîhanê Fransa Uruguay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Di Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de tîma welatê Fransayê li hember Uruguayê bi 2-0 serkeft û gihişte qonaxa nîvfînalê. Bi vî awayî piştî 68 salan jî hesreta Uruguayê ya bidestxistina kûpayê xilas nebû.

 

Di çarçoveya lîstikên qonaxa çariyek fînalê de herdu tîmên Fransa û Uruguayê hatine pêşberî hev.

 

Di xuleka 40ê ya beşa yekemîn a yariyê de lîstikvan Raphael Varane golek tomar kir û Fransa bi 1-0 ket pêş.

 

Di beşa duyemîn a lîstikê de vê carê bêşansiya golparêzê Uruguayê, Fernando Mûslera mora xwe li yariyê xist. Di xuleka 61ê de Antoine Griezmann gok bi tund avête kelhê lê Mûslera bi tevê hemû hewlan nekarî bihêle gok nekeve torê û encam bû 2-0.

 

Di xulekên din ên lîstikê de hemû hewldanên Uruguayê bê sûd man û lîstik bi vî encamî bidawî bû.

 

Di tîma Uruguayê de lîstikvanê navdar Edison Cavanî ji ber pêkan û seqetiyê nelîst.

 

Di qonaxa çariyek fînalê de îşev dê Brezîlya û Belçîka werin pêşberî hev. Serkeftiyê vê yariyê dê bibe rikberê Fransayê di nîvfînalê de.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst