Êrişî alîgirên Amedsporê hat kirin: 2 kes birîndar bûn

04-09-2023
RÛDAW
Amedspor û Sariyerê lîstin
Amedspor û Sariyerê lîstin
Nîşan Amedspor Sariyer Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê hinek alîgirên Sariyerê, êrişî malbateke piştevanên Amedsporê kir û 2 kes birîndar kirin.

Ti lîstikeke tîma Amedsporê ya li gel tîmên bajarên Tirkiyeyê bê alozî derbas nabin.

Careke din tîma Amedsporê rastî binpêkarî û pirsgirêkan hat.

Polîsan nehişt alîgirên Amedsporê derbasî stadyumê bibin

Duh li Stenbolê her du tîmên lîga duyem Amedspor û Sariyer lîstin lê polîsan nehişt ku alîgirên Amedsporê derbasî nava stadyumê bibin.

Lîstik bi encama yek bi yek temam bû.

2 kes birîndar bûn

Li derveyî stadyumê jî hejmareke alîgirên Sariyerê êrişî malbateke piştevanên Amedsporê kir û du kes birîndar kirin.

 Zarok jî bi malbatê re bûn lê êrişkaran guh neda wê yekê.

Rahênerê Amedsporê Sedat Bozkurt diyar kir ku wan  lîstikeke baş kir û got:

“Derfetên me yên baş hebûn lê me ji dest dan. Ez dikarim bêjim ku me serkeftin ji dest da.

Astengiya herî mezin jî çîmê sahê bû. Ez nizanim, we dîmen girtin û we nîşan da yan na? Divabû ev lîstik li stadyumeke wiha xirab nehata kirin.

Çîmê wê nehatibû qutkirin û nehatibû rastkirin. Dibe ku bi zanebûn jî ev yek kiribin."

“Em rastî gelek pirsgirêkan hatin”

Rêveberê Werzişê yê Amedsporê Murat Yigiter derbarê lîstikê de got:

"Çend tiştên zêde çêbûn. Hejmareke zêde ya alîgirên me hatibûn daku li lîstikê temaşe bikin lê mixabin ji ber kluba Sariyerê nexwest, hêzên ewlehiyê nehişt ku derbasî nava stadyumê bibin.

Em rastî gelek pirsgirêkan hatin lê tevî vê yekê jî em dê li ser rêya xwe berdewam bin."

Alîgirên tîma Amedsporê, ji ber qedexeyê ev heft sal bûn ku nedikarin li stadyumên derveyî Amedê piştîvaniyê li tîma xwe bikin.

Di meha gulana îsal de qedexeya çûna alîgirên Amedsporê bo stadyumên derveyî Amedê hat rakirin.

Rakirina qedexeya li ser alîgirên Amedsporê zêde dirêj nekir û careke din di lîstika duh a li Stenbolê de, alîgirên wê tîma Bakurê Kurdistanê rastî rêgirî û binpêkirinan hatin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst