EREBISTANA SIÛDIYÊ - Li ser gotineke Ataturk krîz derket: Lîstika Galatasaray û Fenerbahçeyê betal bû

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdiyê Ataturk Galatasaray Fenerbahçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Erebistana Siûdiyê, berî lîstika Kupaya Superê ya di navbera Galatasaray û Fenerbahçeyê de pirsgirêk derketin.

Serokê Fenerbahçeyê Alî Koç berî lîstikê diyar kir ku wan xwestiye bi pankarta ku “gotinên Ataturk li ser bû derkevin lîstikê lê daxwaza wan nehatiye erêkirin.”

Herwiha hat îdiakirin ku Hikûmeta Erebistana Siûdiyê destûra xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê jî nedaye.

Her du tîman diyar kir ku eger qedexe ranebin ew dê dernekevin maçê.

TFF û serokên her du tîman civiyan û wan piştî civîna diyar kir ku ew dê dernekevin stadyûmê.

Lewra her du tîm ji otela ku lê diman derneketin.

Piştî bûyerê Kupaya Fînalê ya Super betal bû.

Rêveberê Werzişê yê NTVyê Alî Dedeoglu, ji Riyadê da zanîn û got, “Ji bo marşa Îstiklalê ti pirsgirêk derneketin lê tenê rê nedan pankart û tîşortan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst