Werzişvanê Kurd Azad Hemze bû şampiyonê laşciwaniyê

03-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Werzişvanê Kurd Azad Hemze di Şampiyoniya Laşciwaniyê ya Navneteweyî de bû şampiyon û Ala Kurdistanê bilind kir.

Di tûrnûvaya ku li Swêdê hat lidarxistin de Azad Hemze di kategoriya 100 kîloyî de madalyaya zêr bi dest xist û paşê jî di nav şampiyonan de pileya şampiyonê şampiyonan bi dest xist.

Zêdetirî 350 werzişvan ji çar aliyên cîhanê beşdarî Şampiyoniya Laşciwaniyê ya Navneteweyî bûn ku Azad Hemze bû şampiyonê şampiyonan.

Hemze ji Rûdawê re got: “Ez bi vê serkeftinê serbilind im, ji bo bidestxistina vê nasnavê min gelek xebat kiriye.”

Azad Hemze piştî wergirtina nasnavê “Şampiyonê Şampiyonan” Ala Kurdistanê hilda.

Biryar e îro Hemze li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê bi merasîmekê were pêşwazîkirin.

Werzişvanê Kurd ê di sala 1989'an de ji dayik bûye, xwediyê gelek madalyayên herêmî û navneteweyî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst