Lîstikvanê Kurd Aso Rostem li pêşiya Ronaldo ye

03-03-2023
RÛDAW
Nîşan Aso Rostem Cristiano Ronaldo Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê Kurd Aso Rostem ku di tîma El Şorte ya Iraqê de dilîze, di rapirsiya lîstikvanê herî baş ê Rojavayê Asyayê de li pêşiya Cristiano Ronaldo ye.

Federsayona Futbolê ya Asyayê ji bo hilbijartina lîstikvanê herî baş ê meha Sibatê di Lîga Futbolê ya Rojavayê Asyayê de rapirsiyekê li dar dixe ku dê heta roja Yekşemê bidome.

Di rapirsya ku futbolîstên mîna Cristiano Ronaldo, Odion Ighalo, Kodjo Fo-Doh Laba, Mahdi Abduljabbar, Omar el-Somah jî hevrikiyê dikin, heta niha futbolîstê Kurd Aso Rostem daye pêş.

Aso Rostem ku di serê meha Sibatê de ji tîma El Salmiya ya Kuweytî transferî tîma El Şorte a Iraqî bû, li Iraqê bû futbolîstê herî biha yê Kurd.

Aso Rostem di 25emîn Kûpaya Welatên Kendavê ku li Besrayê hat lidarxistin de roleke wî ya girîng di şampiyoniya Iraqê de hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst