Colemêrg: Navenda Kaşûnê ya 'Mêrga Botan' deriyê xwe ji bo werzişvanan vekir

03-01-2021
Nîşan Colemêrg Kurdistan Mêrga Botan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a li Colemêrga Bakurê Kurdistanê di bin tedbîrên vîrusa coronayê de dest bi xizmetê kir.

Bi alîkarîya Pazêrgariya Colemêrgê, Rêveberiya Taybet a Parêzgeriyê û Ajansa Pêşketina Rojhilata Anatolyayê (DAKA), 15 milyon Lîreyên Tirkiyê ji bo dirêjkirina pîsta kaşûnê hatiye xerckirin.

Parêzgarê Colemêrgê, Îdrîs Akbiyikê ragihandiye, “Me dirêjahiya pîsta vê derê ji 1500 metreyan bo 3 hezar û 500 metreyan zêde kir. Dîsan ji bo pirsgirêka ciyê manê çareser bikin, em otêla 50 odeyî ya 120 nivîn lê ne, ava dikin.”

Li navenda kaşûnê nêzîkî nîv metre berf bariyaye û kaşbazên ku diçin navendê di bin çavdêriya rahêneran de amadekariyên pêşbirkên li ser asta Tirkiyê û pêşbirêkên navnetewî dikin.

Kaşbaza bi navê Sema Zîrek ji ajansa fermî ya Tirkiyê re ragihandiye,  ew 12 sal in bi kaşbaziyê re mijûl dibe û li ser navê bajêr gelek serkeftin bidestxistine.

Sema Zîrek herwiha got, ku ji ber kêmasiya berfê îsal dereng dest bi xebatên xwe kirine û wiha berdewam kir: “ Rahênerên me gelek alikariyê didin me. Berê şiyanên me hewqas zêde nebûn. Îsal bi veberhênanên nû navenda kaşûna me xweştir bû. Em amadekariyên xwe yên ji bo pêşbirkên di nav yaneyan de berdewam dikin. Armanca me ew e ku di qehremaniya Tirkiyê de dereceyeke baş bidest bixin.”

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan bi qasî 12 kîlometran ji navenda bajarê Colemêrgê dûr e û 2 hezar û 800 metran bilindahiya wê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst