Keçeke Kurd di Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî de bû yekem

02-10-2023
RÛDAW
Aylîn Delayî Mîlana ku bû yekem (aliyê çepê)
Aylîn Delayî Mîlana ku bû yekem (aliyê çepê)
Nîşan Kurd Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd di Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî de ku li Îranê de bi rê ve çû, bû yekem.

Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî li bajarê Mazenderanê yê Îranê bi rê ve çû.

Keçeke Kurd a 13 salî ya ji bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê di beşa zarokan de pileya yekem bi dest xist.

Aylîn Delayî Mîlanê ji Rûdawê re ragihand ku ew 3 sal in karateyê dike û cara yekem e beşdarî şampiyoniyeke navdewletî dibe.

Aylîn Delayî Mîlan ji bajarê Makûyê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Amûlê yê parêzgeha Mazenderanê ya Îranê dijî.

Wê di beşa pêşbirkê de pileya yekem û di beşa performansê de jî di nav 94 werzişvanan de pileya duyem bi dest xist.

Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî bi beşdariya 700 lîstikvanên mêr û 2 hezar û 600 lîstikvanên jin hat kirin.

Werzişvan ji Îran, Rojhilatê Kurdistanê, Îraq, Herêma Kurdistanê, Srîlanka, Sirbistan û Efxanistanê bûn.

Pêşbirk rojên pêncşem û înê li bajarên Babulser û Fereydûn Kenariyê yên parêzgeha Mazenderana Îranê bi rê ve çû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst