FIFA û UEFA cezayên tund bi ser Rûsyayê de sepandin

01-03-2022
RÛDAW
Nîşan FIFA UEFA Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Futbolê ya Navdewletî (FIFA) û Yekîtiya Futbolê ya Ewropayê (UEFA) biryar dan ku bi sedema êrîşa Artêşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, tîma niştimanî ya futbolê ya Rûsyayê û tîmên lîga wê ceza bikin.

FIFA û UEFA ragihandin, Tîma Futbola Rûsyayê û tîmên futbolê yên Rûsyayê ji hemû hevrikiyan tên derxistin. Wan herdu saziyên navdewletî yên werzişê diayr kirin ku ew rê nadin ti tîmeke Rûsyayê beşdariyê di ti hevrikiyeke navdewletî de bikin.

Bi vê biryarê jî êdî Tîma Niştimanî ya Futbolê ya Rûsya lîstika dawiyê ya ji bo gihîştin bi Kûpaya Cîhanî ya Qeterê ji dest dide û nikare tevli Kûpaya Cîhanî bibe.

Biryar wiha bû Tîma Niştimanî ya Futbolê ya Rûsyayê piştî 3 heftiyên din li gel Tîma Niştimanî ya Futbolê ya Polandê bilîze û serkeftiya wê lîstikê dê ligel serkeftiya lîstika Çekya û Swêdê bilîstiba, daku tîma serkeftî ya bo Kûpaya Cîhanî ya Futbolê ya 2022 diyar biba.

Herwiha hemû tîmên futbolê yên Rûsyayê ji hevrikiyên xûlên Ewropayê tên derxistin.

Ew qedexekirin berdewam dibe heya ku biryareke din tê dayîn, demeke diyarkirî jê re nehatiye destnîşankirin.

FIFA u UEFAyê hêvî xwestine ku rewşa Ukryanayê di demeke zû de asayî bibe daku Futbol li wê derê dest bi karê xwe bike.

UEFA herwiha biryar da tîma Spartak Moskow ya Rûsyayê jî ceza bike û rê bi wê tîmê nede ku di Europa Leage de ku duyem kûpaya mezin a Ewropayê ya li ser asta tîman e, beşdar bibe.

Rûsya dikare li cem Dadgeha Navdewletî ya Werzişê li Lozanê li dijî biyrarên FIFA û UEFA îtîrazê bike, lê belê heta êrîşa artêşa wî welatî li dijî Ukrayanyê berdewam be, wiha naxuye ku ti sûdeke îtîraza Moskowê hebe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst