Hewlêr (Rûdaw) - Roj li pey rojê hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê zêde dibe. Medyaya fermî ya Çînê ragihand, duh 25 kesên din li Çînê ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara giştî ya kesên ku heya niha canê xwe ji dest dane, gihişte 132 kesan.
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) û Komîsyona Niştimanî ya Tendirustiyê ya Çînê ragihandin, rojane zêdetir ji hezar kesên nû tûşî vîrûsa Kornayê dibin û virus bi awayekê bilez û metirsîdar li welatên cîhanê belav dibe.
Li gor amarên ku hatine belavkirin, heta niha hejmara kesên ku bi vîrûsa Koronayê ketine, li seranserê cîhanê gihîştiye 6000 kesan û guman li 9200 kesên din tê kirin, ku bi vîrûsê ketibin.
Li gor WHO, vîrûsa Koronayê heta niha li 20 welatan hatiye tomarkirin û herî dawî 132 kesên din li Çînê bi sedema vê vîrûsê canê xwe ji dest dane.
Komîsyona Niştimanî ya Tendirustî ya Çînê ragihandiye, rewşa tendirustiya 1000 kesên ku bi vîrûsê ketine, xirab e û jiyana wan di metirsiyê de ye, li aliyekê din 100 kes jî ku bi vîrûsê ketibûn, tendirustiya wan baş bûye.
Li gor amarên herî dawî, li Çînê 5974 kes, li Taylendê 14 kes, li japonê 7 kes, li Hong Kongê 8 kes, li Taywaê 8 kes, li Makao 7 kes, li Australiyayê 6 kes, li Koreya Başûr 5 kes, li Amerîkayê 5 kes, li Fransayê 4 kes, li Singapurê 4 kes, li Kenedayê 3 kes, li Viyetnamê 2 kes, li her yek ji welatên Nîpal, Srî Lanka, Kambuc û Îmaratê jî kesek bi vê vîrûsê ketine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse