Zanîngeha Dîcleyê ji bo xwendekarên bijîşkiyê ji Amerîkayê kadavra anî

27-04-2024
Abdulselam Akinci
Zanîngeha Dîcleyê ji bo xwendekarên bijîşkiyê ji Amerîkayê kadavra anî
Zanîngeha Dîcleyê ji bo xwendekarên bijîşkiyê ji Amerîkayê kadavra anî
Nîşan Zanîngeha Dîcleyê Amerîka Kadavra
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Beşa anatomiyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ji bo perwerdeya xwendekarên fakilteya tibê ji Amerîkayê bi nêzîkî 19 hezar dolaran qedawreyek anî.

Profesorê anatomiyê Vatan Kavak diyar kir ku ji bo xwendekarên tibê baş perwerde bibin kadavra girîng û pêwîst in.

Wî da zanîn ku piştî hewla 3 salan wan kadavrayek ji Amerîkayê bi 610 hezar lîreyên Tirkî kiriye.

Di derbarê sedema anîna qedewreyan ji derveyê Tirkiyeyê de jî Kavak destnîşan kir ku ji hesasiyeta Îslamî peydakirina qedewreyan li Rojhilata Navîn zehmettir e.

Ji ber wê jî ji derveyî Tirkiyeyê ew pêwîstî tê dabînkirin.

Kadavrayê ku ji Amerîkayê anîne jî kesekî 77 salî û Afro-Amerîkî ye û ji ber penceşêra pankreasê koça dawî kiriye.

Xwendekarên beşê ji perwerdeya bi kadavra dilxweş in ku dê anatomî û organan baştir nas bikin.

Ew kadavra di nav demê de li gorî pêwîstiya perwerdeyê tên parçekirin û dibin amrazên perwerdeya xwendekarên tibê.

Xwendekarên fakulteya tibê ya Zanîngeha Dîcleyê di serpereştiya mamosteyê anatomiyê yê zaningehê Prof. Dr. Vatan Kavak de li labaratuwara anatomiyê li ser kadavrayeke Amerîkî perwerdeyê dibînin.

Kadavra yê zilamekî Afro-Amerîkî ye û navê wî Yasmine Bessette ye.

Bessette ji ber penceşêra pankreasê di 77 saliya xwe de canê xwe ji dest daye.

Bi hewla Prof. Dr. Vatan Kavak û piştî serlêdanên fermî ji bo perwerdeya xwendekarên tibê yên Zanîngeha Dîcleyê terme wî wekî kadavra bi berdêla 610 hezar lireyên Tirkî hatiye kirîn.

“Dê bibe sedema mirina nexweşan”

Mamosteyê Amatomiyê yê Fakulteya Tibê yê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Vatan Kavak got:

“Heger doktorên me li ser kadavrayê lêkolînê nekin û lebatan hîn nebin dema mezûn bin û li ser nexweşan xeletiyan bikin dê bibe sedema mirina wan nexweşan.

Ji ber wê di beşa anatomiyê de kadavra gelekî girîng e.”

Prof. Kavak diyar kir ku li welatên Misilman ji ber hesasiyeta Îslamî bidestxistina kadavrayan zehmet e.

Ji ber wê ye ku ew zanîngehê ku beşa anatomiyê lê ne ji bo dabînkirina kadavrayan bi rêyên yasayî û fermî ji welatên biyanî pêwîstiya xwe çareser dikin.

Xwendekarê Fakulteya Tibê yê Zanîngeha Dîcleyê Mahmût Yildan anî ziman:

“Ji bo dema ku nexweş hatin cem me em rast bi nexweşiyê bizanibin, em çêtir bin mamosteyê me Vatan ev kadavra ji Amerîkayê xwest.”

Xwendekara Fakulteya Tibê yê Zanîngeha Dîcleyê Sultan Tulîn Acer jî da zanîn:

“Dema em di paşerojê de bibin doktor em dê li ser însanan kar bikin. Ji ber wê jî gurçikê rasteqîn, lebatên rasteqîn ji bo me ji maketan çêtir e.”

Niha li Zanîngeha Dîcleyê tevî kadavrayê nû 2 kadavra hene ku xwendekar perwerdeyê dibînin.

Profesorê beşê Vatan Kavak dibêje hewla wan a ji bo bidestxistina kadavrayeke jin jî berdewam dike ku asta perwerdehiyê ya namzedên bijîşkiyê baştir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst