Odeya Pizîşkan a Izmirê: Tirkiye dê bê pizîşk bimîne

22-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pizîşkan a Îzmirê derbarê koça pizîşkan de hişyarî da û dibêje eger wiha berdewam be Tirkiye dê bê pizîşk bimîne.

Serokê Odeya Pizîşkan a Îzmirê Suleyman Kaynak derbarê koçkirina pizîşkan de ji Tirkiyê hişyarî da û got: "Di sala 2022ê de nêzîkî 3000 pizîşk dixwazin biçin welatên din û eger tedbîr neyên wergirtin di nav 5 salên bê de dê Tirkiye bê pizîşk bimîne.”

Suleyman Kaynak da zanîn ku di 3 salên dawî de daxwaza derketina derveyî Tirkiye ya pizîşkan zêde bûye û got: "Di sala 2012an de tenê 59 pizîşkan bi armanca çûna welatên din serlêdan kiribûn. Lê ev hejmar di 11 mehên destpêka sala 2021ê de gehişte 1200 pizîşkan."

Kaynak dibêje, piraniya karmendên tendirûstiyê ji ber şert û mercên zehmet ên kar, mûçeyê kêm û tundûtîjiya li beramber wan  bê hêvî bûne û rewşa wan a derûnî têk çûye.

Berî demekê Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo balê bikşîne ser zehmetiyên karmendên tendirûstiyê çalakî û xwepêşandan kiribûn û bo demekê dest ji kar berdabûn. Li beramber vê yekê Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan bo pizîşkan gotibû; “Eger dixwazin bila biçin.”

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 165 hezar û 363 pizîşk hene. Wate derdora her 500 welatiyan pizîşkek dibe para wan. Ev di demekê de ye ku ew hejmar di nav piraniya welatên endamên Sazimana Geşedan û Hevkariya Aborî (OECD) de 341 e. Ji bo bigihe asta wan welatan pêdiviya Tirkiyê bi nêzîkî 80 hezar pizîşkan heye, lê berovajiya zêdebûna pizîşkan, pizîşkên heyî jî ji ber sedemên cuda wî welatî bicîh dihêlin.

Li gor amarên Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) di 10 salên dawî de 5 hezar û 35 pizîşkan ji ber şert û mercên zehmet ên kar, kêmiya mûçe û tundûtîjiya li beramber wan ji Tirkiyê koç kirine. Herwiha di 18 mehên destpêka belavbûna virûsa Coronayê de jî zêdeyî 8 hezar pizîşkan ji ber heman sedeman dest ji kar berdane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst