Li Tirkiyê bihayê derman %36 hat zêdekirin

14-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bihayê hemû dermanan %36.77 hat zêdekirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber bihayan û pirsgirêkên dermanxaneyan di serî de antîbiyotîk, êşbir û dermanên sermayê li gelek dermanxaneyan peyda nabin û yên heyî jî hêdî hêdî diqedin. Sektora dermanxaneyan herî dawî 27ê Mijdara 2022ê li Enqerê xwepêşandanek kiribûn û daxwaza nûjenkirina nirxê euro bo kirîna derman kiribûn.

Îro 14ê Kanûna 2022an biryara nûjenkirina nirxê euro yê sabit bo derman di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat weşandin.

Li gor biryarê her nirxekî euro bo kirîna derman %36.77 hat zêdekirin û bû 10 lîre 75 quruş, lê li bazarên Tirkiyê nirxê her euroyekî 19 lîre 81 quruş e. Li ser zexta sektora dermanxaneyan û ji ber nebûna gelek dermanan nûjenkirina ku her sal meha Sibatê dihat kirin, 2 meh hat pêşxistin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî biryarê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: “Ji bo çareserkirina nebûna derman gava yekem bi îmzaya birêz Serokkomarê me hat avêtin. Nûjenkirina bihayan ku dê di meha Sibatê de bihata kirin, hat pêşxistin. Gavên din jî tên. Em dê çareser bikin, bila kesek netirse.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst