Çima kermêş herî zêde zilaman gez dikin?

11-09-2019
RÛDAW
Nîşan Kermêş Asli Gelîncik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Lijneya Rêvebiriya Komeleya Klînîk Îmmunolojî û Alerjiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Asli Gelîncik ragihand ku kermêş herî zêde zilam, jinên ducanî, kesên qelew û obez gez dikin.

Asli Gelîncik Asli Gelîncik Gelîncik  destnîşan kir kermêşên mê ji bona zêde bibin hewcedariya wan bi xwînê heye û lewma mirovan gez dikin.

Gelîncik da zanîn ku kermêş her kesî gez nakin û wiha got: "Kermêş hin kesan zêde gez dikin. Kermêş herî zêde zilam, jinên ducanî, kesên qelew û obez gez dikin. Bi taybetî kermêş kesên ku xwîna wan 0 e û mirovên ku zêde urîk asît, laktîk asît û amonyak belav dikin gez dikin."

Bi gotina gelîncik cil û bergên ku rengî wan tarî bin kermêşan didkişînin û got ji ber ku rengên tarî germahiyê kom û mihafeze dike.

Prof. Dr. Gelîncik herwiha diyar kir ku xwarinên bisîr û vîtamîna Byê tê de ne û bêhna vanîlyayê jî bala kermêşan dikişînin.

Asli Gelîncik tekez kir ku wexta kermêş gez dikin ciyê gez kirine nexurînin û wiha pê de çû: "Ev reaksiyona îltihabê zêde dike. Loma jî heta ji destê we tê nexurînin. Feydeya cemedê, dermanên antîhîstamînîk û di rewşên giran de jî feydeya kortîzonê heye. Heger piştî ku gez kirin serêş, vereşîn, bêhalî û gêşbûn hebe herin navendeke tenduristiyê." 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst