Zankoya Harvardê: Kesên ku karên giran dikin xwedî spermên zêdetir in

11-03-2023
RÛDAW
Nîşan Sperm Zankoya Harvardê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolînerên Zankoya Harvardê, karkerên ku karên giran û zêdetir dikin, hejmara spermên wan ji yên wan kesên ku li ser mase û kursiyan rûdinin û di xebatê de kêmtir çalak in, zêdetir e.

Zankoya Harvardê ya Amerîkî derdixe holê spermên karkerên karên giran dikin ji %50 zêdetir û çalaktir in. Lêkolîn sedema wê vedigerîne ser sûdên çalakiya cesteyê.

Lêkolîna di kovara Human Reproduction hatiye weşandin de radigihîne ku wan ji 380 karmend û karkeran nimûneyên sperman wergirtine û derketiye holê ku karkerên ku giran ên wek hilgirtin û rakirinê dikin ji yên din ji sedî 46 zêdetir spermên wan hene û yên ku êvarê dixebitîn jî ji sedî 24 zêdetir xwedî testosteron in li gorî yên ku tenê bi roj dixebitin.

Çavdêra lêkolînê Dr. Lidia Mínguez-Alarcón li ser lêkolînê got, “Lêkolîn piştrast dikin ku çalakiya laşî faktorek e ji bo zêdebûn û çalakbûna sperman e û ev lêkolîn ji bo kesên ku bi dijwarî dixebitin û ji aliyê laşî ve çalak in agahiyeke baş e.”

Dr. Lidia Mínguez-Alarcón diyar dike ku kesên ku di hefteyê de zêdetirî 15 demjimêran dixebitin bandora li zêdebûna spermên wan dike. Lêkolîneke din a heman zankoyê derxistiye holê ku kesên ku ji 20 demjimêran zêdetir li ber ekrana televîzyonê rûdinin û ji aliyê fizîkî ve kêmtir çalak in ji yên ku ji aliyê fizîkî ve çalaktir in, %44 hejmara spermên wan kêmtir e.

Navenda Myoclinic Amerîkî jî radigihîne ku dûrketina ji cixare, nargîle û alkolê, kêmbûna kîloyan, kêmkirina stresê, dûrketina ji madeyên kîmyewî yên jehrîn, lixwenekirina cil û bergên teng û nehîştina germahiya bilind rêyên bi bandor in ji bo pêşîgirtina kêmbûna hejmara sperman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst