Her meh 80 pizîşk ji Tirkiyê koç dikin

02-10-2021
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Pizîşkên Tirk TTB Tirkiye Fahrettin Koca Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di serdema nexweşiya Coronayê de pirsgirêkên sektora tendirustiyê her diçe zêde dibin û zêdeyî 8 hezar doktoran dest ji kar berdane û mehane nêzîkî 80 doktor jî ji Tirkiyê ber bi welatên din ve koç dikin.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) bi armanca daxwaz û nexşerêya xebata xwe eşkere bike, bi navê “Li dijî tarîtiyê em xwedî li maf û pêşmalka xwe ya spî û mafê tendirustiya gel derdikevin” li Odeya Pizîşkan a Stenbolê civîneke çapemeniyê saz kir.

Di civîna çapemeniyê de TTBê amaje bi wê yekê kir ku di serdema pandemiyê de binpêkirina mafên pizîşkan zêdetir bûye, mercên karkirinê nemane û got, “Mixabin doktoran berdêla polîtakayên hikûmetê yên kêm, xelet û ne di cih de bi canê xwe dan û hê jî ev berdewam e.”

TTBê da zanîn ku hikûmet li beramber pirsgirêkên wan bê deng maye û vê yekê jî destjikarberdan, derketina ji Tirkiyê, nexweşî, xwekuştin û tundûtûjî ligel xwe aniye.

TTBê bang li Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca kir ku ew dixwazin ligel bicivin û eger daxwaza wan neyê qebûl kirin jî dê bi xwepêşandanekê li Enqerê bicivin û dibêje, “Em dikevin demeke ku têkoşîna xwe hê zêdetir bikin. Em dixwazin ligel Wezîrê Tendirustiyê daxwazên 175 hezar pizîşkan gotûbêj bikin. Eger ev neyê qebûlkirin em li Enqerê dicivin. Eger dîsan jî hikûmet bersiv nede rawestandina kar jî bo me alternatîvek e.”

Li gor amarên TTBê tenê di 2020an de li sektora tendirustiyê nêzîkî 12 hezar bûyerên tundûtûjiyê çêbûne û serlêdanên karkirina li derve jî Tirkiyê zêde bûne. TTBê di civîna çapemeniyê de amarên rapirsiya ku li 81 parêzgehan bi 6 hezar û 178 pizîşkan re hatiye kirin jî eşkere kir.

Li gor amar û zanyariyên hatine belavkirin;

- Ji sedî 45ê pizîşkan dahata wan a mehane têr nake

- Ji sedî 76ê pizîşkan di pandemiyê de ti xerciyeke din wernegirtine

- Ji sedî 90ê pizîşkan dibêjin sîstema xerciya li gor kar tê dayîn ne dadmend e

- Ji sedî 84ê pizîşkan rûbirûyê tundûtîjiya xizmên nexweşan bûne

- Ji sedî 68ê pizîşkan ji ber karê zêde nikarîne baş bi nexweşên xwe re eleqedar bibin

- Ji sedî 7ê pizîşkan dibêjin mercên karkirinê ne li gor tedbîrên pandemiyê ne

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst