Amarên tûşbûyên otîzmê li her çar perçeyên Kurdistanê

02-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hemû dinyayê ji bo bala mirovan bikişînin ser nexweşiya otîzmê û nexweşên wê rojeke taybet hat îlankirin. 2yê Nîsanê li her derê dinyayê wek Roja Otîzmê ya Cîhanê tê qebûlkirin.

Li Başûrê Kurdistanê, nêzîka 10 salan e, otîzmê belav bûye û salane hejmara tûşbûyan zêde dibe.

Li gorî wan amarên ku Rûdawê ji Berdevkê Wezareta Kar û Karûbarên Civakî Aryan Ehmed wergirtine, li Herêma Kurdistanê bêhtir ji sê hezar tûşbûyên otîzmê hene, beşekî gelek ji wan li senterên taybet in, beşekî kêm ji wan ku 165 tûşbû ne, li senterên hikûmî ne.

Li Herêma Kurdistanê, 29 senterên taybet û 4 senterên hikûmî yên otîzmê hene.

Tûşbûyên autismê li parêzgeh û qezayan bi vî awayî bi ser navendên hikûmî de dabeş bûne: Li Hewlêr 30, Silêmanî 30, Duhok 100 û Koye 5.

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî amadekariyê dike, da du senterên din veke ku bikaribin rojane çareseriya tûşbûyên otîzmê bikin, ew jî li sînorê Helebce û Raperîn.

Roja 08/01/2023, Segvan Cemal, rêveberê Senterên Hikûmî yên Autismê li Parêzgeha Duhokê ji Rûdawê re got, bêhtirîn rêjeya Autismê li Parêzgeha Duhokê ye, ku bêhtir ji 1000 tûşbûyên Autismê ne.

Beşek jî, ji wan otîzmên sînorê Duhokê, koçberên Rojavayê Kurdistanê û Iraqê ne, hinek jî hene ku hêj pişkinîna yekalîker ji wan re nehatiye kirin û bi sirustî nehatiye naskirin ku gelo tûşbûyê otîzmê ne yan na.

Li gorî amarên dawî yên Rêxistina Xoş-bijêw a Îranê, ku heta dawiya sala 2022yan hatine tomarkirin, li wî welatî 30 hezar tûşbûyên otîzmê hene, ji wê hejmarê 1 hezar û 218 tûşbûyî li Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li Parêzgeha Sine 330 tûşbûyên otîzmê, li parêzgeha Loristan 300 tûbûyên Autismê, li Kirmaşanê 260 tûşbûyên autismê, li parêzgeha Urmiyê 250 tûşbûyên otîzmê û li Îlam 78 tûşbûyên otîzmê hene.

Li Rojavayê Kurdistanê, ti amarên fermî di derbarê hejmara tûşbûyên otîzmê nînin, lê li gorî wan zanyariyên ku ji şareza û pisporê çareseriya tendirustî ya otîzmê, bijîşk Barzan Silêman, ji bajarê Hesekê, li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 3 hezar û 500 heta 4 hezar û 500 tûşbûyên otîzmê hene, li hemû Sûriyê jî 40 hezar heta 50 hezar tûşbûyên otîzmê hene.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî, amareke piştrastkirî derbarê hejmara tûşbûyên otîzmê li ber dest nîne, lê li gorî zanyariyan, 450 hezar zarokên tûşbûyên otîzmê hene, ji wê hejmarê 125 hezar di temenê 0-14 salî de ne.

Li gorî amareke din a Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê, 9 hezar û 383 zarok berî çûna wan a dibistanê, tûşbûna wan bi otîzmê hatiye piştrastkirin. 22 hezar û 114 zarok ji qonaxa seretayî, 11 hezar û 647 zarok ji qonaxa navendî û 6 hezar û 61 ciwanên nûhatî ji qonaxa amadeyî, tûşbûna wan bi otîzmê hatiye piştrastkirin.

Bi giştî li Bakurê Kuridstanê û Tirkiyê 49 hezar û 205 xwendekar tûşbûyên otîzmê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst