Çîn: Xelk ji ber germê berê xwe didin şikeftan

29-08-2022
RÛDAW
Çîn: Xelk ji ber germê berê xwe didin şikeftan
Çîn: Xelk ji ber germê berê xwe didin şikeftan
Nîşan Çîn Germahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber germa zêde beşek ji welatiyên Çînê neçar man berê xwe bidin şikeftan. Şikefta li Mianyang a parêzgeha Sichuan ê herî kêm bi 10 pileyan ji navçeyên din ên bajêr hînk tire.

Germ û hişkesalî, dibe ku sîmaya jiyanê vedigerîne Serdema Kevirîn. Xelkê wê jî hewl didin xwe li gorî vî awayê jiyanê biguncîn in.

Geştyar Wang got, “Dema ku ti dighe ber deriyê şikeftê berî ku tû bikevî hundir ti hest bi hînkiyê dike. Dema tu têyê hundir gelek sartir e.”

Rojane xelk bi grûp berê xwe didin şikefta Sichuanê. Hemû pêdiviyên jiyanê bi xwe re tînin û bi hefteyan li vir dimînin. Pileyên germahiyê li Mîanyangê gihîştiye 41 pile ku di dehsalên dawî de a herî bilind e.

Mêvan Ding anî ziman, “Weke em hemû dizanin, Sîçwan wek sawnaye. Pir germ e. Dema ku ez têm vir. Bi temamî cûda ye. Gelek hînike.”

Yek ji sedemên ku xelik berê xwe didin şikeftan kêmbûna elektrîkê ya li bajaran.

Xwesta li ser elektrîkê heta astekê zêde bûye ku li bajarê Çîngdu yê heman parêzgeha Sîçwan ê, hemû roniyên rêklam û tabilo, jêrzemînan û hin wistigihên barkirina otombîlên elektrîkê tên vemirandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst