Li Şirnexê jin mafûran çê dikin û difroşin 4 welatan

23-12-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Mafûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya ser bi Şirnexê ve, hejmarek jin li Navenda Piştgiriya Malbatê, bi benên xwezayî mehfûrên taybet bi wê herêmê çê dikin û berhemên xwe dişînin Îran, Iraq, Almanya û Fînlandê.

Mamosteya çêkirina mehfûran dibêje, ew şêwazê taybet bi Mereş, Kelkît û Jîrkiyan dirêsin û karê xwe bi hezkirin dikin.

3 mamoste û 12 şagirt hene û daxwazeke zêde li ser fêrbûnê heye. Buhayê mehfûrên wê navendê ji 600 lîreyan destpê dike û heta 10 hezar lîre jî derdikeve ku nêzîkî 540 dolarê Amerîkî ye.

Ev der Navenda Piştgiriya Malbatê ye li navçeya Qilabanê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê.

Jin li vê derê bi benên xwezayî mafûrên taybet bi herêmê çêdikin û bo 4 welatên wek Îran, Iraq, Almanya û Finlandiyayê dişînin.

Hostaya Çêkirina Mafûran Rahime Bilen anî ziman, “Ez mamosteya çêkirina mafûran im. 5 sal in mamostatiyê dikim. Mafûrên ku em li vê derê çêdikin yên Maraşê, Kelkîtê û yên Jîrkî ne û em kêlî bi kêlî dirîsin. Hemû reng û neqşan bikar tînin. Ked û heskirin jê re divê.”

Li beşa çêkirina mafûran niha 3 mamoste û 12 kursiyer hene û ji ber daxwaza zêde li gor berê hejmara wan zêde bûye.

Kursiyer Neslihan Dag got, “Ez ji vî karî xerciya xwe bidest dixim. Hem ji bo me hem jî bo navendê karekî girîng e. Ji ber em çandeke kevin ji nû ne divejînin.”

Kursiyer Aynur Babat jî anî ziman, “Nêzîkî salekê ye ez li vê navendê kar dikim. Ligel hostayên xwe fêrî çêkirina mafûran bûm.”

Li navendê bi giştî 9 beş hene û 9 mamoste û nêzîka 50 kursiyer kar dikin. Li gor amarên Rêveberiya Navenda Piştgiriya Malbatê ya Qilabanê bihayê mafûrên tên çêkirin li gor cor û mezinbûna wan tên guhertin û bihayê wan ji 600 lîreyan destpê dike û heta 10 hezar lîre jî diçe ku nêzîka 540 dolarê Amerîkî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst