Hejmara pezkoviyan li çiyayên welêt zêde bûye

09-01-2025
RÛDAW
Keriyên pezkoviyan\ Wêne: AA
Keriyên pezkoviyan\ Wêne: AA
Nîşan Tobias Tunkel Îlham Ehmed Almanya Rojavayê Kurdistanê Pezkovî Payizava Wan Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Pezkovî, sembola çiyayên Kurdistanê ye û hejmara wan di çend salên dawî li çiyayîn Wan û Colemêrgê zêde bûye.

Ev çiyayê Pagane li navçeya Payîzava ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Xelkê vê deverê dibêje, ji ber nêçîrkirina pezkoviyan kêm bûye û tên parastin di van salên dawiyê de hejmara wan li vê deverê zêde bûye.

Welatiyekî gundê Paganê eşkere kir ku beriya 10 salan wî li vê deverê 2 pezkovî dîtibûn lê niha hejmara wan derdûra 400 hebê ye.

“Em nahêlin nêçîrvan bên herêmê”

Welatiyê gundê Paganê yê bi navê Behçet Yigit got:

“Ev pezkovî li hemû navçeyê belav dibin lê her sal sersalê tên çiyayê Paganê.

Îsal hejmara wan zêde bûye. Îsal berf dereng û kêm bariya hîn çêreya wan heye. Em nahêlin nêçîrvan bên vê deverê û wan nêçîr bikin.

Ev ajal gunehin û kuştina wan qedexe ye û divê em hemû bi hev re wan biparêzin.”

Pezkovî di lîsteya Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Cîhanê (IUCN) ve hatiye belavkirin de di “lîsteya sor” a ajalên cureyên ber bi nemanê ve diçin de cih digire.

Ev der jî çiyayên derdûra gundê Kexakê Lîlayê yê parêzgeha Colemêrgê ye.

Dîmenê keriyê pezkoviyan hatiye tomarkirin. Jîngeparêzekî vê herêmê dibêje, divê ev bedewiyên xwezayê bên parastin.

“Divê em pezkoviyan biparêzin”

Esat Kilinçê jîngehparêz li ser tevgera pezkoviyan wiha got:

 “Xwezaya me gelekî xweşik e. Xweza bi hemû rengên xwe bedew e. Dibêjin, tu dixwazî xwezayê çawa bibînî, wî demî wisa bihêle.

Me niha li zêdeyî 50 pezkoviyan temaşe kir, gelekî xweşik bûn.

Xweza bê mirov dijî lê mirov bê xweza najî. Ji bo em xwezayê biparêzin divê em li dijî nêçîrvanan xwedî helwest bin û nehêlîn nêçîrê bikin.”

Li van çiyayan ne tenê pezkovî gelek ajalên din yên kovî hene ku hejmara wan gelekî kêm bûne.

Ji bo ew ajal ji nav neçin divê bên parastin. Parastina ajalan û jîngehê yek ji erkê bingehîn yê mirovan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst