Tedmur: Nûjenkirina şûnwarên ku DAIŞê têk dabûn dereng ketiye

04-06-2023
Loloxan
Tedmur: Nûjenkirina şûnwarên ku DAIŞê têk dabûn dereng ketiye
Tedmur: Nûjenkirina şûnwarên ku DAIŞê têk dabûn dereng ketiye
Nîşan Tedmur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Tedmurê yê dîrokî li naverasta Sûriyê di navbera salên 2015 û 2017an de çekdarên DAIŞê ev bajar kontrol kiribûn. Di encamê de çend cihên şûnwarî di nav de muzexaneya bajêr têk dabûn lê piştî rizgarkirina bajêr di Adara 2017an de ji aliyê artêşa Sûriyê û Rûsyayê ve û heta niha nûjenkirina cihên şûnwarî yên têkdayî dereng ketiye.

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Şûnwar û Muzexaneyên Sûriyê Mihemed Nezîr Ewed anî ziman, “Hikûmeta Sûriyê gelek tişt pêşkêş kirine, lê nikare piştîvaniya hemû karên nûjenkirinê bike. Eger em bînin berhev welatên mezin nikarin piştîvaniya karên nûjenkirina pêgehên şûnwarî bi giştî bikin. Em welatekî biçûk in û di bin dorpêça aborî de ne û ev demek dirêj e di rewşa şer de ne, tevî ku em xwedî şûnwar in lê bandoreke nerênî ya şer li ser pêgehên şûnwarî hebû.”

Grûpeke geştyarên biyanî serdana Tedmurê kirine û zêde bi şûnwarên vî bajarî kêfxweş in lê ji ber paşguhxistina vî bajarî kedera xwe tînin ziman.

Geştyarê Holendî Bob anî ziman, “Ez ditirsim Rojava, Sûriye ji bîr kiribe, xelkê Sûriyê ji pêdiviyan bi rastî bêpar kiribin. Ez bawer dikim xelk di wê baweriyê de ne, Sûriyê bo serdanê welatekî metirsîdar e, lê ez qet wiha nabînim ku welatekî metirsîdar e.”

Roj bi roj jiyan li bajarê Tedmurê asayî dibe, tevgera çûn û hatinê û ya bazirganî jî lê baş dibe.

Dikandar Feysel Ebû Xanim got, “Em bi hêvî ne vegere wek berê û baştir jî bibe. Heta niha ji sedî 50 bi ser xwe ve hatiye, spas bo Xwedê ji bajarekî dagîrkirî û wêran bûye cihekî saxlem ê niştecîbûnê, niha elektrîk û ava me heye.”

Tedmurto bi aramî, Palmyra bi Latînî. 243 kîlometre dûrî Şamê ye. Li gor dîroknasan 2 hezar sal Berî Zayînê ketiye rûpelên dîrokê. Du sedsal Berî Zayînê û du sedsal Piştî Zayînê girîngtirîn navenda bazirganî bû li Rojhilata Navîn. Niha di lîsteya şûnwarên UNESCOyê de cîh digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst