Zanîngeha Sêrtê: Xwendekarekî Misirî robota jinavbirina bombeyan çêkir

04-02-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Zanîngeha Sêrtê Robot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarekî Misirî Nasir Ebdurehman li Zanîngeha Sêrtê robota jinavbirina bombeyan çêkir.

Xwendekarê Misirî Nasir Ebdurehman di beşa Endezyariya Elektirîk Elektronîk a Zanîngeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê de dixwîne. Wî ev robotê ku dikare ji dûr ve bombeyan jinav bibe ji bo teza xwe ya qedandinê wek proje pêşkêşî mamosteyên xwe kir.

Bi piştevaniya mamosteyan projeya wî ji aliyê Saziya Lêkolînên Teknolojîk û Zanistî ya Tirkiyê ve hat qebûlkirin. Niha jî kar ji bo berhemanîna robotê xwe dike.

Beşa Endezyariya Elektrîk Elektronîk a Zanîngeha Sêrtê Nasr Abdulrahman li ser projeya xwe axivî û got, “Min ligel mamosteyê xwe yê şêwirmend projeya robotê ji dûr ve jinavbirina bombeyan amade kir û me bo Saziya Lêkolînên Teknolojîk û Zanistî ya Tirkiyê şand. Piştî ku wê saziyê piştevanî kir me kelûpelên robot anîn û ligel hevalan li laboratuwara ARGEyê robotê xwe çêkir.”

Ev robot ji dûr ve bi rêya telefon, tablet yan jî komputerê tê kontrolkirin. Dîmenên cihê bûyerê jî bi rêya WIFIyê yekser dişîne navenda ku pê ve hatiye girêdan. Dikare paketa ku gumana bombeyê lê tê kirin jî ji cihê wê rake û veguhêze cihekî ewle.

Mamosteyê Zanîngeha Sêrtê Doç. Dr. Melih Kuncan got, “Ev berhemê me yê prototîp destpêkê di senaryoyên cuda û di mercên cuda yên keşûhewayê de hat cêribandin. Li ser robota me ya ji dûr ve  jinavbirina bombeyan hem sensora mesafeyê û hem jî kamera heye. Sensora mesafeyê me derbarê nêzîkbûn û dûrbûna bombeyê de agahdar dike. Bi kamerayê jî em ew koordînata ku em diçinê û bombeyê baştir dibînin.”

Ev robot bi dû motoran kar dike û encamê xebata 6 mehan e.

Dahenêrê robot dibêje ew dixwaze  vê berhema xwe zêdetir pêşve bibe daku bombe kêmtirîn zererê bigihînin mirovan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst