Hosteyê kurtanan ê 80 salî li ser daxwaza gundiyan karê xwe didomîne

04-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xartpêtê ya Bakurê Kurdistanê Elezîzê Ahmet Semercî yê 80 salî ku ev 65 sal in kurtanan çêdike, ji ber ku şagirtekî kar fêr bike nedît, ji bo daxwaza gundiyan pîşeyê xwe didomîne.

Ahmet Semercî piştî ku dibistana seretayî bidawî dike, li cem bavê xwe dest bi pîşeyê kir. Semercî li Taxa Çarşiyê di dikana xwe ya 10 metre çargoşeyî de kurtanan didirû û digihîne ber destê mişteriyên xwe.

Semercî yê bavê 5 zarokan ku di pîşeyê de 65 sal li dû xwe hiştine, li ber xwe dikeve ku şagirtek nedît ku pîşeya ji bav û kalên wî maye, dewrî wî bike.

Semercî ligel kalemêriya xwe, li ser daxwaza gundiyan karê xwe didomîne.

Hosteyê kurtanan Ahmet Semercî

Hosta Semercî diyar kir, kurtandirûn karekî zehmet e û jê re kedeke mezin divê û êdî ji ber kalemêriyê nikare di pîşeyê de berdewam be û wiha got, “Ev pîşe pîşeya bav û kalan e. Min dibistana seretayî bidawî kir û dest bi vî pîşeyî kir. Bi salan e ez dikim, lê êdî taqeta min nemaye. Gundî naxwazin ez dest ji vî karî berdim, lê kesekî bixwaze vî pîşeyî hîn bibe jî tuneye.”

Semercî destnîşan kir, bi qasî ku hêz û taqeta wî têrê bike ew dê di pîşeyê de berdewam be û her wiha got ku li herêmê êdî kêm kes vî karî dikin.

Hosteyê kurtanan Ahmet Semercî

Semercî got, ji xeynî Xarpêtê ji Dêrsim, Çewlîg û Erzinganê kurtanan ji wî dixwazin û got: “Berê di vê kuçeyê de herî kêm 10 hosteyên kurtanan hebûn. Em ligel hev dixebitîn. Lê piraniya kesên ev kar dikirin mirin, ên mayî jî dest jê kişandin û çûn. Bi tenê ez mam. Ez jî êdî nikarim bikim. Lê ez bixwazim jî ez nikarim dest jê bikişînim.”

Hosteyê kurtanan Ahmet Semercî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst