Riha ji xelkê xalî dibe, her kes diçe Gola Masiyan

14-08-2023
RÛDAW
Li Rihayê danê nîvro kes li nava bajêr namîne
Li Rihayê danê nîvro kes li nava bajêr namîne
Nîşan Riha Germahiya Zêde Gola Masiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê welatiyan ji ber germê berê xwe daye Gola Masiyan.

Îsal li Bakurê Kurdistanê germahiyeke zêde heye.

Li Dîlok, Kilîs û Rihayê pileya germê li gorî berê gelekî bilind bûye.

Navendên bajarên ji mirovan xalî dibin

Danê nîvro navendên hinek bajaran ji mirovan xalî dibin û hesteke wiha li cem mirov çêdibe, weke ku xelk di bajêr de nema be.

Li Rihayê jî danê nîvro kes li nava bajêr namîne û bajar bêdeng e lê li Gola Masiyan rewş cuda ye.

Hema bêje piraniya xelkê bajêr berê xwe didin dora wê golê û bêhna xwe li ber bayê hênik ê golê berdidin.

“Gelekî germ e loma em hatin Gola Masiyan”

Welatî Ahmet Yildiza got, “Gelekî germ e loma em hatin Gola Masiyan, ev der hênik e. Riha gelekî germ bûye û em jî tên vê derê û em nimêja xwe jî dikin.”

Li parêzgehên wek Riha, Dîlok û Kilîsê ku dikevin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê duh pileya germahiyê ji asta asayî gelekî bilintir bû.

Welatî ji ber germê bezar in. Hinekan jî çare di çûna melevangehan de dîtiye.

"Baş bû ku em hatin"

Welatî Ahmet Çakmak jî got, “Em ji bo xwe hênik bikin hatine vir, baş bû ku em hatin. Ez hêvîdar im di paşerojê de li Dîlokê cihên wiha zêde bibin.”

Ev her sê parêzgeh jî ji deverên germ ên Bakurê Kurdsitanê ne û bi pêla germê ya îsal zêdetir jî germ bûne.

Pileya germahiyê li Dîlokê 41, li Rihayê 45 û li Kilîsê jî 42 bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst