Ukrayna - Kurdistan; heman xebat

20-10-2022
Nîşan Bernard-Henri Levy Kurdistan Ukrayna
A+ A-

Bernard-Henri Levy

Gelo dê miletê Kurd bibe qurbaniyekî din yê şerê Ukraynayê?

Ez behsa kurdên Tirkiyê û Îranê her nakim bê çawa ji dema ku Ewropa mijûlî aliyekî din e, perçiqandina wan ji aliyê rejîmên wan welatan ve zêdetir bûye. Her wisa ez qala Kurdên Rojava jî nakim ku Erdoganê kujer di demekê de ku xwe mîna xelaskerê çareseriya hinardekirina genim û dexlûdanê Ukraynayê nîşan dide, dozê li Moskow û Tehranê dike ku di qetlûama Kurdan de destvekirîtir be.

Ez dê behsa pêşmergeyan bikim, ango Kurdên Iraqê ku min du fîlmên xwe terxanî wan kir. Ewên ku min dît çawa li dij wan îslamîstên fena ejdehayan şer dikirin ku ti mînakeke wan tune ye, tenê meger wek wan şerkeran bin ku dijî Ukrayniyan şer dikin, lê em niha careke din tên ku pişta xwe bidin wan.

Gelo niha çi li Hewlêrê diqewime?

Wa DAIŞ vedigere! Li Silêmaniyê dîsa derketine holê, xwe di bin erdê de û di kunên Çiyayê Qereçûxê de ji nû ve birêxistin dikin. Binêre, tu yê bibînî ku hêzên General Sîrwan Barzanî her roj li ser sînorê kevin ê hêlên pêşin ên sektora 6ê bi tena serê xwe rûbirûyî metirsiyan dibin, bêyî ku ti hevpeymanên wan çi Ewropî yan Amerîkî bin li wê derê bin.

Ma ev bêminetî ye? Ma adeteke pîs e ku di demokrasîyê de piştî ku te hevalbendê xwe bi kar anî, îcar tu rabî wî bavêjî? Yan gumana we hebe ku li hember gefeke tirsîner e? Heger guman e, va lewma em li vir peyamê digihînin li ser mijarê ku em yek ji damezrînerên rêxistina Amerîkî "Edalet ji bo Kurdan" in ligel Thomas S. Kaplan.

Ji çavkaniya nûçeyên bawerpê ku DAIŞ ne goştekî zêde ye ku dawî li hizirên wê were, lêbelê xaleke reş e ku şax û pax jê vedibin. Yan wek gazekê ye ku dibe hilm û di bayê de belav dibe û dimîne heta dema ku dijminên wê dilhêsa û aram dibin wê çaxê ew derdikevin holê; tişta ku dike niha li Kurdistanê biqewime.

Îran livûtevgerê dike, kirêgirtiyên xwe yên razayî li deverê şiyar dike, milîsên şîî dide xebitandin, heta digihe bikaranîna Pasdaran ji bo pêkanîna armancên xwe û topbarankirina Hewlêr û dorhêla balafirgeha wê jî. Ev hemû diqewimin û hîna hevpeymanên Kurdistanê ewqasî dilgiran nake ku peyama naletî ya Îranê li hember wê beşa taybet a Kurdistanê fêm bikin.

Ma hevalbendên Kurdan ji xwesteka Îranê ya têkbirina ezmûna demokratîk a Kurdistanê, wek ku Putîn niha li Ukraynayê dike, fêm nakin? Ma em ji wê jêbirinê ditirsin? Ku Pûtîn dixwaze gavên ji xwe mezintir bavêje û Împeratoriya Qeyser vejîne? Yan mîna Xi Jinping ku ji Taywanê heya Afrîqayê di livûtevgerê de ye heta digihe avakirina Rêya Hevrîşimê û li ser xweliya împaratoriyên berê yên Çînê, Han, Ming û Qing dilîze? Yan jî mîna Erdogan ku dixwaze împaratoriya Osmanî ya nemayî sax bike. Ji aliyê din ve jî xwesteke anîna holê ya împeratoriya mezin a farisî ku Bexda jî cihê xwe di nav sînorê wê de digire, li qoqê komek ayetullahan daye.

Min di pirtûka "Împeratorî û her sê paşa" de qala wê yekê kir û min zelal kir çima ji niha ve aloziya van livûtevgeran ji bo nifşên siberojê dest pê kiriye. Beşa Kurdistanê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê lê serdest e, ji Şerê Kendavê yê yekem ve li gor yasaya navdewletî heye û tê parastin, ji hilweşandina Sedam û vir ve, li gor destûrê mafê wê hatiye çespandin. Lê hertim di bin zextên Îran û hikûmeta Iraqê de ye. Ev çendik û çend sal in Iraq hewl dide Kurdistanê lawaz bike, gefan lê dixwe, heta digihe asta ku hewla xeniqandin û mixabin jêstandina serweriya sînordar a wê herêma "otonom" a Kurdî dide.

Ji 2014ê ve û heta niha, beşek ji budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hatiye birîn, tew ev çendik û çend sal in li ber çavê rêveberiyên Amerîkayê budceya 150 hezar pêşmergeyan birî. Her wisa rê li berhemanîn û hinardekirina Herêma Kurdistanê tê girtin li gor raveyên wan ên çewt ji bo madeyên 110, 111 û 112 yên destûrê. Di vê yekê de jî yan helwesta hevpeymanan nîne û nalivin, yan jî helwesta wan pir qels e. Eger ne bi haydarî û çalakiya koma nûner û senatorên amerîkî yên wek Michael Waltz, Dina Titus, Jim Rich, Doug Lamborn, Michael McColl û Bob Menendez bûya ku bi awayekî berdewam li zengilê metirsiyê didin, dê kurd ji zû ve vegeriyana heyama çiyê.

Lewra du çareserî hene: Yan Amerîka nizane ji yekê zêdetir bijmêre û (her tiştê xwe li hember kurdan ji bîr kiriye) û ber çavê wê xumamî bûye, çunke ew şerê cihanî ku ji hêla bloka hêza çewisîner û nûemperyalîst ve dirust bûye, nikare hevkariyê bike ji bilî ji hêleke tenê ve yan ji aliyekê tenê ve wek ku serok Macron di gotara xwe ya bi balyozan re bal kişande ser. Lewma em li Hewlêrê xwe ji bo tiştê hate serê Kabulê amade dikin. Yan vaye wiha bawer dikin ku gaz û petrola kurdan yek ji alternatîvên cidî yên Rûsyayê ye. Ew di wê baweriyê de ne ku wek dema kurd li dij DAIŞê dîwarekî xurt bûn, dê niha jî kurd li hember gefên Pûtîn di alîyê enerjiyê de û bûyerên ku dê piştî wê jî biqewimin bibin mertalek. Divê ev yek li bîra amerîkiyan be ku bavên damezrîner ên Amerîkayê çi qas bi giringî li jeopolîtîkê dinihêrtin û cîhan wek bajarokekî piçûk didîtin. Divê bizanin jî tişta ku li Kyiv û Hewlêrê diqewime têkildarî hev e û lîstikvan heman lîstikvan in.    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst