Mekanîzm û astengiyên li pêşiya dubarekirina hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê

20-09-2022
Hawar Mihemed Yûsif
A+ A-

Hawar Mihemed Yûsif *

Nexwe Dadgeha Federal a Iraqê dikare rûniştinekê li dar bixe û xwe ji biryara serrastkirina yasaya hilbijartinan a Encûmena Nûneran paşve bikşîne.

Yek ji bihêztirîn bijardeyên li ber destê aliyên siyasî yên Iraqê, xasma piştî gotara dawî ya Muqteda Sedr û piştevanîkirina wê gotarê ji hêla hin aliyên siyasî yên berbiçav di qada siyasî ya Iraqê de, bi taybetî Hadî Amirî ku aliyekî giring ê hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ye; niha hilweşandina Encûmena Nûneran û dubarekirina hilbijartinan e.

Hilbijartin çi diguherîne?

Gelek caran qala wê yekê tê kirin ku eger hilbijartin dubare bibin, dê çi biguherin? Ji xwe heke rûdêm jî biguherin, lê zîhniyet, şêwazê hizirkirinê û dînamoya ku Iraqê birêve dibe, heman mekanîzm e ku li ser hemû proseya siyasî û îdarî ya Iraqê zal û serdest e.

Mekanîzma hilweşandina Encûmena Nûnerên Iraqê

Destûra likar a Iraqê di benda 64ê de, du rêyên hilweşandina parlamentoyê destnîşan kiriye ku her du rê jî ev in:

Yekem: Encûmena Nûneran bi piraniya reha ya dengê endamên xwe hildiweşe, li ser daxwaza sêyeke (3/1) endamên wê yan li ser daxwaza Encûmena Wezîran û bi razîbûna serokkomarî.

Duyem: Di dema hilweşandina Encûmena Nûneran de, serokkomar daxwaza pêkanîna hilbijartinên giştî li welêt dike, di demekê de ku 60 rojan derbas neke. Her wisa Encûmena Wezîran wek îstîfakirî tê hesibandin, lê ji bo meşandina karûbarên rojane di karên xwe de berdewam dibe.

Eger em li gor van her du şertên ku di destûrê de hatine destnîşankirin li vê meselê binêrin, ev vebijark dikare bi hêsanî were bikaranîn û Sedrî jî dikarin di rewşa herî xirab de bi rêya serokê niha yê Civata Wezîran ku Mistefa Kazimî ye û bi wê yekê tê naskirin ku nêzîkî Sedriyan e, vî karî pêk bînin.

Dubarekirina hilbijartinan û mijara Dadgeha Federal

Dadgeha Federal a Iraqê di biryara xwe ya hejmar (144/Ittihadiye/2021)ê de, bi hênceta hebûna çend metnên dijber û neguncav bi hin bingeh û metnên destûra Iraqê re, biryar da ku pêwîst e berî çêkirina her hilbijartineke din a Encûmena Nûneran, Encûmena Nûneran xasma di metnê madeya 46 a yasayê de, qanûna giştî ya hilbijartinan serrast bike.

Mijara serrastkirin û desttêwerdana yasaya hilbijartinan bi neamadebûna endamên Tevgera Sedr li Civata Nûneran heta radeyekê dijwar e, ji ber ku eger heye ku Sedrî neyên bin barê tu serrastkirineke ku nexşa wan li ser nebe, eşkere ye jî ku saziya hilbijartina Tevgera Sedr xwedan şehrezatî û roleke berbiçav e di warê danîna plana teknîkî û rêkxistin û birêvebirina proseya hilbijartinê de û cihê destê wan li ser yasaya niha jî heye.

Ji bo vê yekê jî pêkan e ku pişt bi pêrewa navxweyî ya nû ya Dadgeha Federal bê girêdan ku bi hejmar (1) sala (2022) derket û di benda 45an de hatiye gotin ku: Dadgeh her demekê pêwîst bibîne yan berjewendiya destûrî bixwaze, dikare biryareke xwe ya berê ku berê pejirandibû serrast bike, bi şertê ku bandora vê sererastkirinê li ser aramiya qanûnî yan mafên berdestkirî nebe.

Ango Dadgeha Federal a Iraqê dikare rûniştinekê li dar bixe û ji biryara sererastkirina yasaya hilbijartina Civata Nûneran jovan bibe.

*Hawar Mihemed Yûsif, mamosteyê zanîngehê û berpirsê beşa yasayî ya dezgeha hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst