Bandora şerê Hemas û Îsraîlê li ser Kurdistanê

17-10-2023
Ziryan Rojhilatî
Nîşan Hemas Îsraîl Şer Kurdistan Bandor
A+ A-

Piştî ku Herêma Kurdistanê di qonaxa piştî DAIŞê de hatibû paşguhxistin, egereke mezin heye ku şerê vê carê yê Hemas û Îsraîlê werçerxeke din di statûya Herêma Kurdistanê li ser asta siyaseta navdewletî pêk bîne.

Berî her tiştî, êrişa Hemasê ya ji xeflet û ji nişkê ve, wateyeke zêdetir da wê guvaş û zexta mezin ku Îranê di heyama sala borî û berî wê de jî seba partiyên Rojhilatê Kurdistanê, sepandibû ser Herêma Kurdistanê.

Her wisa, dibe ku ev êrîşa Tevgera Hemasê fişar û zextên bênavber ên Bexdayê yên li ser Hewlêrê jî watedartir bike. Ev jî di demekê de ye ku berpirsên Kurd ji her qonaxeke din bêtir ji bo lihevkirinê amade bûn. Dibe ku ew beşek ji wê plana dorfireh a şer bin ku potansiyela kartêkirina li ser erdnîgariyeke fireh ji Xeza û Îsraîlê bigire heta Kurdistan û Îranê li xwe digire.

Eger qadên şer berfirehtir bibin û ceng bêtir belav bibe, hem Îran û hem jî grûpên Şîe yên Îraqê naxwazin Herêma Kurdistanê bi radeyekê xurt be ku ji gotina wan derkeve yan qet nebe dijî wan be û partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî nêzî sînor bin.

Her wisa, girîngiya erdnîgariya Kurdistanê ji bo aliyên dijber tiştekî bivê-nevê ye. Kurdistan bibe alîgira kîjan çeperê, dê bandoreke girîng li ser rewşê bike. Ev jî ne tenê ji ber hêza Kurdistanê ya siyasî û leşkerî ye, lê di heman demê de ji ber cihê wê yê cografî ye jî.

Ji bo Îranê, Kurdistan rêyeke bejayî ya pir girîng e: Îran dikare bi rêya Kurdistanê ber bi Sûriyê ve biçe û ji wir jî ber bi Libnan û Deryaya Spî ya Navîn ve here û wisa jî xwe bigihîne eniyên şer ên pêşbînîkirî.

Ji bo welatên Rojavayê jî, xasma ji bo Amerîkaya ku piştevaniya Îsraîlê dike, Kurdistan xaleke girîng a pêşîgirtina li dorfirehbûna hêza Îranê yan tew qelskirina wê ye. Di rewşeke şer de, eger Kurd aliyek bin, wekî mînak dibe ku serdestiya moşek û firokeyên bê firokevan (dron) arîşeyan ji wan re dirust bike lê belê çiyayên asê û navçeyên sînorî yên dijwar, cihekî stratejîk ê girîng didin Kurdistanê û gelê wê.

Loma egereke mezin heye ku di dema zêdebûna şer de, Tehran dê bêtir hewl bide ku dilê Hewlêrê ragire. Balkêş e ku her piştî şer bû gava Dadgeha Federal a Îraqê biryareke xwe ya ji bo pêşîgirtina li vegera PDKyê li baregehên xwe yên li Kerkûkê hilweşand û mafê vegerê da PDKyê.

Bê guman şer ne tiştekî baş e lê meriv nikare bide mandelê jî ku hîna ceng di cîhana siyasetê de rêya herî kartêker a werçerxînê, wekî ku Robert Gilpin diyar kiribû. Şerê vê neqlê çawa jî bi dawî bibe, dê balê bikişîne ser doza Filistîn û Kurdan li Rojhilata Navîn.

Helbet, dawiya dawîn, a girîng ne tenê peydakirina firsend û derfetan e, li şûnê ya girîng ew e ka meriv çawa sûd û mifayekê ji wan firsendan bibîne. Divê em li bendê bin û bibînin ka dê derfeta vê xetrê çilo be û encam wê çawa be!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst