Pencemora Kobanî di Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî de li Barzan

13-05-2023
Omar Kalo
Omar Kalo
A+ A-

Ji dîmen û tabloyên ku di merasîma vekirina Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî de li devera Barzan ya Başûrê Kurdistanê ji bo mêvanan, şopîner û medyayê balkêş bû, ew tabloya hunerî ya mezin û balkêş ku li ser dîwar û ji kevir û ruxamên resen ên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê hatiye çêkirin bû, ku wêneyê nemir Mele Mistefa Barzanî jî wekî sembola Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê û xebata miletê Kurd aa sedsala bîstan di nav de ye.

Ew tabolya hunerî û Kurdewarî ya ciwan û balkêş ku ji kevir û ruxamên resen li ser dîwar hatiye çêkirin, ji aliyê hunermenda Kurd Îman Hisên Emîn a ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ve hatiye çêkirin, ku di roja 11-05-2023 di dema merasîma vekirina Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî de li devera Barzan li Başûrê Kurdistê ji medyayê û mêvanan re hate eşkerekirin û pêşkêşkirin, û mêvanên pilebilind li ber rawestiyan û lê tamaşe kirin.

Tabolya li ser dîwarê Yadgeha Nîştimanî ya Barzan

Keça Kobanî hunermend Îman Hisên Emîn hin agahiyên taybet li ser karê di tabloya xwe ya li ser dîwar ya li Yadgeha Nîştimanî ya Barzan de dan min û got, ku karê di wê tabloyê de, bi vexwendin û destpêşxeriya birêz Sîrwan Barzanî bûye ku fermandarekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û biraziyê serok Mesûd Barzanî ye, û bo dema derdora aal û nîvekê bi wê re dirêj kiriye heta ku ew tablo bidawî hatiye.

Herweha Îman Hisên Emîn dibêje, ku naveroka wê tabloyê li ser jiyana miletê Kurd û dîroka Kurdistanê ye, ku wêneya nemir Mele Mistefa Barzanî, xwezaya Kurdistanê ya çiyayî, şehîdên Kurdistanê, xebata jina kurd, simbolên olî û neteweyî yên renga reng û cuda li Kurdistanê, wekî nîşana azadî û aştî û pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê ne.

Îman Hisên Emîn got jî, ku wê ji meha 12an ya sala 2013an ve dest bi karê çêkirina wê tabloyê kiribû, û heta Nîsana sala 2015an bi wê re bi dawî bibû, tenê carekê ew 6 mehan li pey hev li gundê Barzan yê Başûrê Kurdistanê mabû, û di sermaya zivistanê û germahiya havînê de wê karê xwe berdewam kiribû, heta ku tablo xwe bi dawî kiribû.

Tabloya hunermend Îman Hisên Emîn a li Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî bi derdora dirêjahiya 15,50 Metran dirêje, û bi derdora bilindahiya 3 metran bilind e, ew ji kevir û ruxamên resen ên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê hatiye çê kirin, wekî kevir û ruxamên Tirkiyê, Îranê, Bulgariya, Italiya, Ispaniya, Purtugalê, Brazîlê, Hind û Pakistanê, û ew hemû bi reseniya xwe rengînin, ango ne kevirên ku hatine boyaxkirinin.

Îman Hisên Emîn ji gundê Eyn Betê yê bi derdora 18 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Kobanî ye, ew keça Dr. Hisên Emîn Hisên pizîşkê beyterî û xwediyê pirtûka (Kobanî di 100 Salî de) ye, wê xwendina xwe ya bilind di Peymangeha Bilind a Hunerên Ciwankariyê de li Zankoya Dîmeşqê di sala 2001ê de bidawî kiriye, jiyana xwe li gel malbata xwe di navbera Kobanî, Şama paytexta Sûriyê û Teqsîma Siûdiyê de derbas kiriye, û ji ber şerê li Sûriyê, ew di sala 2013an koçberî Başûrê Kurdistanê bûye, û heta sala 2015an li Hewlêrê jiyana xwe derbas kiriye, û di pişt re û ji dawiya sala 2015an ve, koçberî welatê Nemsa bûye, û ji wê demê ve jiyana xwe li Ewropa derbas dike.

Hunermend Îman Hisên Emîn ev bû derdora 20 salan e ku karê çêkirina tabloyên hunerî yên ji kevir û ruxaman dike, demeke dirêj li Şamê li Sûriyê kar kiriye, heriha wê kar ji gelek welatên cîhanê re kiriye, û tabloyên wê gihiştine welatên wekî Tirkiyê, Yûnanê, Italiya, Ispaniya, Birêtaniya, Amerîka û gelek welatên Kendava Erebî ... hwd, û ji gelek Kenîseyên Mesîhiyan re kar kiriye, herwiha ew hêvî dike ku rojekê bikaribe tabloyeke hunerî ya li ser dîwar li bajarê xwe Kobanî wekî xelateke dilsoziyê ji şehîdên şer û komkujiya Kobanî re çê bike.

Hunermenda Kurd Îman Hisên Emîn

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst