Wek diyar e wergêran yan proseya karê mirovî, ligel peydabûna nifşê mirovan li ser rûyê erdê peyda bûye. Ji ber ku mirovan ji kevn de çi bi rêya endamên laşê xwe yan bi şêwaza gotinê; pena bo kiryara wergêranê birine û mîna yek ji pêdiviyên sereke yên jiyana xwe di demên borî de dîtine.
Armanca sereke ya vê proseyê ew bû ku mirov zêdetir bikarin hev nas bikin û bi rêya kiryara wergêranê şaristanî û kultûrên cuda cuda bibînin û têkiliyên xwe li ser rûyê qadê di war û biyavên cuda de ber bi pêş ve bibin û berfirehtir bikin. Helbet di wê çaxê de mirovan dizanîbûn ku li cih û jîngehên dûr yan nêzîk ji wan; mirov hene û zimanên wan cuda ne. Lewra wan mirovan mekanîzma wergêranê nola baştirîn bijare ji bo bihevgihiştinê pesend kirin.*
Danasîna wergerê
Pispor û taybetmendên warê karê wergerandinê danasîn û gotinên cuda û balkêş derbarê vê proseyê pêşkêş kirine. Ji ber ku werger wek tevahiya warên dîtir yên mirovayetî kiryareke rêjeyî ye anku her taybetmendek ji goşeya dîtinê û li gor zanîna xwe, gotina xwe dibêje. Lê belê, di vê nivîsê de em dê bi kurtî û puxtî danasînên wergêranê yên berbelav û pesendkirî û wergêrana edebî ji bo xwîneran pêşçav bikin.
Li dor wergêranê hatiye gotin: Ew zanist e ku giringiyê dide zimanekî biyanî bi merema sûdwergirtina ji çand û şaristaniyê yanî veguhastina hevok û derbirînan ji zimanekî diyarkirî bo zimanekî din e.* Erê, pêdiviya vê kiryarê ne tenê bi zanîna zimên, lê bi şarezayî û paşxaneyê jî heye.
Derbarê wergêranê ev danasîn jî hatiye diyarkirin: Wergêran ne tenê proseya veguhastina peyv bi peyv e ji zimanekî bo yekî din yan kargeheke mekanîkî ye ku peyvên biyanî li beramber peyvên xwemalî û bi pêçewane dideyne, lê belê dubare afirandin û vejandina tekstekê ye. *
Lewra pêdivî ye wergêr haydarî naverok û arasteyên cuda cuda yên raman û çarçoveya tekstê be. Roland Barthes di pirtûka “Lezeta Tekstê” de dibêje: “Tekst bi rêya wergêranê ji jîngeheke zimanî bo jîngeheke din a zimanî tê guhertin, ev guherîn hewldaneke ji bo dubarekirina rabirdû di bîrdanka tekstê de û bi vê çendê tekst dubare ji dayik dibe.” * Di vê danasînê de Barthes ne tenê mijara ziman, lê herwisa dabaşa aliyên hizrî û çandî jî kiriye.
Ji aliyekî din ve, kiryara wergêranê fena “zanist û hunerê” hatiye binavkirin. Werger zanist e ji ber ku yasa û binameyên wê hene; wek nimûne yasa û destûrên ziman. Herwisa werger huner e jî ji ber ku çêj û xweşî beşekî sereke ye ji kiryara dahênanê di karê wergerandinê de.* Giring e em bêjin ku çend pispor û taybetmendan jî tekezî li ser vê nerîn û boçûnê kirine.
Wergera wêjeyî
Babeta sereke ya vê gotarê, mijara wergêrana edebî ye. Ji ber ku di rojev û ketwarê me de giringiya vê mijarê heye, herwisa çend hewldanên wergêrana edebî bi zelalî li deverê tên dîtin. Lewra da kar û pêvajoya wergêranê bi başî û serkeftî bê encamdan, min pêwîst dît vê gotarê binivîsim.
Wergêrana edebî ew cureyê wergêranê ye ku ji bo babetên wêjeyî yên cuda cuda wek helbest, çîrok, pexşan, roman û hwd bi zimanekî hunerî û paşxaneyeke marîfî tê encamdan. Herwisa giringiyeke zêde bi estetîk û şêwaza gihandinê û hizra sereke ya berhemê tê dan. Pêwîst e wergêrê karên edebî bi zanebûn û şarezatî kar li ser berhemê ji zimanekî biyanî bo zimanê xwe yan ji zimanê xwe bo zimanekî biyanî bike û haydariya wî/wê ji bihayên marîfî û estetîk ên berheman hebe.
Wergêrê karên edebî xwedan çend merc û taybetmendiyan e, wek: Zimanê jê werdigerîne û werdigerîne ser bi başî bizane. Di termînolojiya herdu zimanan de şareza be. Rewşenbîrî û paşxaneyeke wî ya zanistî ya herebaş hebe. Hez û mêla wî li ser karên edebî be û janrên edebî baş nas bike. Berhema ku werdigerîne baş bixwîne û şîroveyan pêşkêşî naveroka berhemê bike, ji ber ku şîrove wergêr nêzîkî ramana tekstê dike. Merc e wergêr xwe ji wergêrana peyv bi peyv bide aliyekî, ji ber ku ev cureyê wergêranê ziyanê digihîne binyata tekstê û avahiya wê ya hunerî. Pêwîst e wergêr di herdu zimanan de xwedan ferhengeke dewlemend be û bi berdewamî li tekst û peyvan temaşe bike û ji hemû rûyan nirxandin û ravekirinê bo çarçoveya wateyî ya tekstê bike. Giringiyê bide rênivîsê û rênivîseke yekgirtî bi kar bîne, herwisa xalbendiyê li ber çav bigire. Bizane çima berhemê werdigerîne û çima ev berhem hilbijartiye. Di biyavê civaknasiyê de şareza be.*
Werger piran ava dike
Ev taybetmendî û çend taybetmendiyên din dê dîdevaniyê li ser pakiya proseya karê wergêr bikin, bi vê çendê û bi rêya proseya wergêranê û bi şiyanên wergêr dê pirên rewşenbîrî û marîfî di navbera gel û miletan de bên avakirin.
Derbarê giringiya karê wergêranê Dr. Ebdî Hacî di gotara xwe ya li jêr navnîşana “Giringî û giriftên wergêranê” de dibêje: “Wergêran roleke mezin di dewlemendkirina rewşenbîriyên miletên cuda cuda de dilîze. Bi rêya wergêranê hevnêzîkî û hevbendiyeke giyanî û rewşenbîrî di navbera wan de peyda dibe.” *
Lewra ez jî dibêjim heta ev pêwendiya giyanî û rewşenbîrî çêbibe, pêdivî ye wergêr bi emanetî û pisporî karê xwe cîbicî bike. Çimkî wergêran wek kiryara jinûve afirandina tekstê tê hejmartin. Lewma heta ev kiryar bi awayekî dirust û rêkxistî bê encamdan, pêwîst e wergêr ji mebestên (nivîskarê yekem) di tekstê de û herwisa ji hemû aliyên kultûrî û rewşenbîrî serwext be û li raman û zimanê teksta yekem ligel ya teksta duyem (wergerandî) mêze bike.
Li vir ji bo me diyar bû ku wergêr bi taybetî wergêrê edebî, bi roleke karîger û erênî di veguhastina rewşenbîriya gel û miletan de radibe. Lewra heta peyama wergêrê edebî baş û bi şêwazeke bihêz bigihe û ti ziyanekê negihîne teksta resen û rewşenbîriya miletan, pêwîst e giringiyê bide merc û taybetmendiyên li jor qalkirî, herwisa ne ku tenê çarçoveya naverokê û guherîna tîp, peyv û cînavan bibîne; lê belê bi awayekî ji dil li ser hizr, estetîk, teşe û şêwazê bixebite.
Di dawiyê de ez dibêjim ku pêvajoya wergerê mekanîzmeke giring û guncav e ji bo veguhastina çand û rewşenbîriya gel û miletan. Bi rêya kiryara wergêranê em zanist, fîlosofî, kultûr û cîhanbîniya takekes û civakên cuda cuda nas dikin.
…………
* Xwendekarê masterê bi pisporiya (edeb), li pişka zimanê kurdî - zankoya Zaxo.
* Wergêrana edebî û bizava wê li devera Behdînan, Segvan Ebdilrehman Taha, Çapa yekê, Çapxana Hîvî, Hewlêr 2016. R. 5 û 20.
* Newzet Ehmed Osman (D), Wergêran, Waneyên Bekaloryosê, Bo şagirtên qonaxa çarê, Pişka zimanê kurdî, Zanîngeha Zaxoyê, 2014.
* Wergêrana edebî û bizava wê li devera Behdînan, Segvan Ebdilrehman Taha, Heman jêderê berê, R. 24.
* Lezeta Tekstê, Roland Barthes, Bo erebî Munzir Eyaş, Çapxana Şecer, 2002. R.8.
* Newzet Ehmed Osman (D), Wergêran, Waneyên Heman jêderê berê.
* Li nameya masterê ya Segvan Ebdilrehman Taha binere, dê hinek ji van taybetmendiyên me diyar kirin û çend taybetmendî û mercên din tê de bibînî. R.31.
* Ebdî Hacî (D): Giringî û giriftên wergêranê, Werger: Yasirê Hesenî, Kovara Peyv, Hejmara 49an, sala 2009an, R.8.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse