Terora can û mejî

09-12-2021
RÛDAW
Nîşan Teror Îslam DAIŞ
A+ A-

Dr. Adem Bêdar

"Kitêbên îslamî herî zêde tên firotin", sernav û manşetek e ku bi her pêşangeheke pirtûkan re li Herêma Kurdistanê, herî zêde axaftin û sohbet li ser tê kirin. Vê rastiyê xelk li ser du bereyan dabeş kiriye. Bereyek bi temamî bi vê yekê dilxweş e. Spasdariya Xwedê li ser dike û gelek hêvî li ser vehûnandine. Bereyek jî bi temamî dijatiya vê yekê dike û wê wek metirsiyeke rasteqîn dihesibîne. Her du bere bi dirêjahiya pêşangehan û tew piştî pêşangehan jî ji dijatiya hev ranawestin.

Ewên ku dijatiya hev dikin piraniya caran sedema vê dijatiyê vedigerînin wan bîr û îdeolojiyên ku hilgirtine û baweriya wan pê tê. Piraniya caran jî hemî tiştên xwe baş dibînin û yên beramberê xwe xerab dibînin. Şêwaza dîtina hemî tiştan bi reş yan spî wiha li wan kiriye ku kes ji wan rexê din nebîne.

Ez jî ku li van her du bereyan û hevrikiya wan temaşe dikim, van têbîniyan tomar dikim:

Yekem: Bereya sêyem winda ye û li ser sehneyê ne diyar e. Bereyeke ku însafa wê hebe, her tiştî wek xerab nebîne û ji her tiştî re jî nebêje baş e, bikare têbîniyên hûr pêşkêş bike, aliyên baş û xerab ên vê mijarê bibîne û bikare hevkariya xwîneran bike û nehêle rê li wan winda bibe.

Duyem: Hebûna vê dijatiyê di navbera van her du bereyan de bandoreke xwe ya xerab heye, çimkî ev neyarî û dijatî daqûlî nav civakê bûye. Ev dijatî di sînorê elîta civakê de nemaye û kesên ji rêzê jî tev li nav lîstikê kiriye. Ew ne xwedan paşxaneke hizirî û marîfî ya kûr in jî, lê belê xwe kirine pehlewanên sextet, çawa bixwazin pehîna xwe li gogê dixin bêyî ku bizanin berê wê didin kû û şûnwara wê çi li şûn dihêle! Sosyalmedya jî ku niha meydana dilxwaz e, tijî êrişên her du bereyan li dijî hev e. Ev jî li ser ewlekariya civakî metirsî ye.

Sêyem: Bi giştî ol li cem xelkê pîroz e, xasma jî li cem kesên oldar. Lewra mijar hestyar e û axaftina bi vî rengî li ser gelek pirsên wiha, neyarî û dijatiyê dibe qonaxeke xofdar û diçe cem bêbawerîkirin (tekfîr) û ravekirina bi wî rengî ku bereya neyar li dijî Îslamê wek ol e. Hukmê vê yekê di ol û şerîeta Îslamê de, derketina ji çembera olê û vegera ji olê ye. Li gor wan kitêban jî ku baweriya bereya alîgir bi wan heye, hukmê wan kesan kuştin e. Ev metirsiyeke cidî ye û divê cidî were wergirtin.

Çarem: Dibe ku ev bibe handanek ji bo kesên ku biryar nedane herin wan kitêban bikirin, herin pêşangehê û bazara wê bereyê germ bikin ku xwe wek pêwanên Îslamê disêwirînin, bêyî ti pêşîneyeke rewşenbîrî hin kitêban hilbijêrin ku dû re bikevin jêr bandora wan kitêban û beşek ji wan kitêban berê wan bidin tundrewî û radîkalbûnê û hizir, hiş û canê wan teror bikin. Pêwîstiya vê bi li ber sekinînê heye ku ez ê dû re werim ser, lê vêga pêwîst e ez gotinekê li ser her du bereyan bibêjim.

Ez diwazim bibêjim ku her du alî, beşek ji rastiyê û beşek ji nerastiyê jî bi wan re heye. Bereya îslamî wek ku ew xwe bi nav dikin, di wê yekê de rast in ku ew di hilbijartina kitêbên xwe yên dilxwaz de azad in, her wisa jî di bîr û baweriyên ku hilgirtine û dixwazin zanyarî û marîfeya zêdetir derbarê wê werbigirin. Di wê yekê de jî nerast in ku her kitêbeke îslamî wan nayîne ser rêya rast. Ma qey ne beşek ji wan pirtûkên îslamî bûn ku teror çê kirin û belayeke mezin anîn serê xelkê bi giştî û misilmanan bi taybetî!

Herçî bereya lîberal û rewşenbîr e jî, di wê yekê de nerast in ku bangewaziya mafên mirovan dikin û rêzê li wî mafê xelkê nagirin di hilbijartina bawerî û zêdekirina marîfeya li ser de. Lê rast in jî ku rola xerab a beşekê ji wan pirtûkan, di ber bi tundrewiyê birina xwînerên xwe de heye.

Bêhtir merema min ew e ku ez ronahiyê danim ser kitêbên ku li şûna xwarina giyan bin, hiş û can teror dikin, jehrê di nav mejiyê xwînerên xwe de li şûn dihêlin, wan raber dikin ku: Limêjneker kafir e û divê demildest were kuştin an qet nebe sê roj wek molet pê were dan û heke tobe nekir û dest bi limêjê nekir dê were kuştin. Pirtûkên ku wan fêr dikin ku sebîkirin û dîlgirtina keç û jinên xelkê karekî rewa ye, kesên ne bawerdar in li pêşber sê bijareyan tên danîn: Baweranîn û dana cizyeyê, kuştin, kesek bêbawer bû wek ji ola Îslamê derketî tê hejmartin û yan tobe pê tê kirin an divê were kuştin û heke ev jî nehat kirin êdî qet nebe divê jin û zarokên wî jê werin cudakirin û nabe ti tevlibûneke wî ya civakî bi kesên ji olên cuda re hebe, nabe tu silavê li wan bikî, nabe tu rê bidî wan dêran ava bikin û…hwd.

Awirdana li vê mijarê û sekinîna li ber wê pir pêwîst e. Çima heya niha rewaca pirtûkên ku hizirên hişk û tundrewiyê belav dikin, heye? Çima li bal me ku me ew hemî şehîd û qurbaniyên şerê terorê bi giştî û DAIŞê bi taybetî da, heya niha jî xelk rêyên dûr dibire û pereyan dide ji bo ku wan cûre kitêban bikire ku hinekan ji wan hizirên tundrewî û terorê xuşandin nav malên me, ew mal jî di nav de ku xwediyên şehîdên terorê ne!!

Tevî vê yekê jî, nabe em wê goşeyê jî nebînin ku li pêşangehan kitêbên tundrew ên din jî hene, lê cûreyekî din ji tundrewiyê ne, ew jî li dijî olê bi giştî û li dijî Îslamê bi taybetî ne. Êrişên nerewa dikin ser Qurana Pîroz û kesayeta pêxemberê me Mihemed (S.X). Çima divê ew cûre kitêb li welatekî werin firotin ku piranî misilman e û Îslam beşeke sereke ji serweriyên wî ye! Erê, ma ev jî ne terora aqil û hizirê ye, lê bi navekî din!

Derencam erka me hemiyan e ku em xwe wek xemxwerên vê xelkê bibînin. Em dev ji hişkbaweriya ji bo îdeolojiyên xwe berdin, bi berpirsyarî bifikirin û hewl bidin hemî pirtûkên ku can û mejî teror dikin ne tenê li pêşangehan, lê belê di kitêbxaneyên kitêbfiroşan û kitêbxaneyên giştî û tew di înternetê de jî, em pêşî li belavkirina wan bigirin. Lê nabe seba vê yekê berjewendiyên teng ên îdeolojî, hizbî û siyasî bibin sedem ku em vê derfetê bikar bînin û li bereya beramber bixin, tenê bi vê şêweyê bawerî çê dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst