Petrola Kurdistanê; ji bingeha bihêz a serdema Nêçîrvan Barzanî heta encama geş a îro

09-04-2023
Bilind Newres
A+ A-

Li gor destûra herdemî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê herêmeke federal e û di heman demê de miamelekirineke wê ya fermî bi civaka navdewletî re jî heye.

Dosyeya samanên xwezayî nemaze petrol, yek ji wan stûn û hîmên sereke ye ku jêrxana siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê li ser hat avakirin. Vê siyasetê bi xwe jî di serdema Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de, Herêma Kurdistanê danî ser nexşeya enerjiya cîhanê. Bi heman awayî têkiliyên Herêma Kurdistanê yên siyasî jî berfirehtir kir.

Ji ber ku petrol xwedan aliyekî stratejîk û niştimanî ye, lewra li destpêka ragihandin û xebitandina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê, tevaya aliyên siyasî û desthilatdarên Herêma Kurdistanê li ser şêwaza reftar û serketina vê sektora girîng kok bûn, tew qanûneke taybet ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve jê re hat derxistin.

Ji wê demê ve û heta niha, Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê di pêwendiyeke berdewam de ye ji bo ku pirsa nefta Herêma Kurdistanê li ser hîmê destûra Iraqê were birêkxistin û Herêma Kurdistanê mafên xwe yên destûrî bi kar bîne.

Aboriya Herêma Kurdistanê di serdema şerê DAIŞê de, dibe ku bêyî hebûna dosyeya nefta Herêma Kurdistanê tûşî kirîz û arîşeyên ji yên ku hebûn mezintir bibûya. Li kêleka şerê DAIŞê jî, hikûmeta wî çaxî ya Iraqê budce, mafên darayî û meaşên karmendên Herêma Kurdistanê birîn, li kêleka vê jî nêzîkî sê milyon welatiyên naverast û başûrê Iraq û Sûriyê koçî Herêma Kurdistanê kirin. Van sedeman û hin sedemên din jî rewatiya real dane Herêma Kurdistanê ku bi awayekî serbixwe bi petrola Herêma Kurdistanê re tevbigere.

Em îro jî dibînin ku ji bo cara yekem desthilatdarekî fermî yê Iraqê ku birêz Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî ye, di hevpeyvîna xwe ya dawîn de bi kanala esmanî ya el Jazîreyê re, bi awayekî eşkere li wan sedemên ku me qala wan kir mikur tê. Di demekê de ku bi salan e Herêma Kurdistanê bi xwe li tevaya navendên siyasî û dîplomatîk bi dengekê bilind qal dike, lê hinekan li hundirê Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hincetên nelojîkî ji argumentên Herêma Kurdistanê re didîtin!

Vêga Hewlêr û Bexda nêzî rêkeftinê ne û her wisa nêzî sazkirina qanûna gaz û neftê ne. Ev daxwaz jî yek ji daxwazên sereke yên Herêma Kurdistanê ji bo beşdarbûna di kabîneya Sûdaniyê rêzdar de bû.

Tişta ku di mijara petrolê de ji bo Herêma Kurdistanê girîng e, ew e ku nirxê petrolê bi nirxê dewleta Iraqê tê firotin, li wê gorê ku em hevparekê sereke ne li Iraqê û destûra Iraqê ev derfet berdest kiriye. Di heman demê de, pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de dipeyite û heger pabendiya dualî li navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hebe, dê ev pirsgirêka mîrasî bi temamî were çareserkirin. Divabû ev pirsgirêk piştî pesendkirina destûrê bihata çareserkirin, lê nebûna niyeta hevparî û hevsengiyê di dema borî de ji hêla desthilatdarên Iraqê ve mesele asteng kir û dereng xist.

Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê li pêşber rêkeftineke giring û çarenivîssaz in ji bo li ser mijara petrolê li hev bikin ku bi rêya wê Herêma Kurdistanê digihe mafên xwe yên destûrî di çarçoveya Iraqa federal de. Ev bi tena serê xwe destkefteke mezin e ji bo Herêma Kurdistanê û wê rastiyê tekez dike ku dosyeya neftê û miameleyên Herêma Kurdistanê bi pirsa neftê di dema borî de karteke stratejîk û bihêz bû û îro Herêma Kurdistanê û Iraq bi hevbeşî wê dosyeyê birêve dibin di çarçoveya rêkeftineke pêşdem de ku dê rengvedana wê di reşnivîsa yasaya petrol û gaza Iraqê de ku biryar e di demek nêz de were amadekirin, realîst be.

Îro rola ku Serok Nêçîrvan Barzanî di dirustkirina pîşesaziya petrolê de li Kurdistanê lîst, ku hemî biwarên wê pêş xist, ji her demê zelaltir xuya dike. Serok Nêçîrvan Barzanî karîbû bi pêkutî û bi xwebawerî wê xewna dîrokî ya kurdan ku bibin xwediyên petrola xwe li ser axa Kurdistanê bike rastî û bala cîhanê bikişîne ser Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî jî di vê mijara stratejîk û niştimanî de bike yek.

Bi heman awayî, tu kurdistaniyekê dilsoz nîne ku ew dîmena dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî û rehmetiyê Serok Mam Celalî ne li ber çavên wî be, dema ku di merasîmeke niştimanî ya layiq de û bi destê her du birêzan hinartina petrola Herêma Kurdistanê hate destpêkirin. Ev yek ji dîmen û serketinên kurdan ên herî dîrokî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst