Têkçûna dîrokî û niha ya dewleta Îraqê

08-10-2023
Nîşan Întîfaz Qenber Îraq Têkçûn Destûra Îraqê Kurd Amerîka
A+ A-

Întîfaz Qenber

Îraqa nû ku sala 1921an ji aliyê Brîtaniyan ve hat afirandin, ji Îraqa kevn a ku di pirtûkên dîrokî de heye, cuda ye. Kolonyalên Brîtanî çend herêm bi hev ve zeliqandin da ku Îraqa nûjen biafirînin, ango çend deverên ku şêniyên wan tevlihev in û ji hêla dîrokî ve ne beşek ji Îraqa kevnar bûn.

Kolonyalîstên Brîtanî Îraq ji welatekî paşdemayî yê di bin desthilata qels a Osmaniyan de veguherandin dewleteke nûjen a xwediya sê stûnên dewletbûnê; artêş û polîsên xurt û saziyên nîvdemokratîk; parlemento û Şah Feyselê Yekemîn ku ji Hîcazê bû û her wisa burokrasiya hikûmetê.

Pergala siyasî ya Îraqê li ser hîmê hevpeymaniya her du pêkhateyên sereke, Kurd û Erebên Sunî hat avakirin. Piraniya siyasetmedar û efserên yekem ên artêşa Îraqê ya nûavakirî Sunî û Kurd bûn, bermahiyên artêşa Împeratoriya Osmanî bûn. Yekem tabûra artêşa Îraqê, tabûra Mûsa Kazim bû ku Kurdekî artêşa Osmanî yê bi navê Cafer Eskerî fermandariya wê dikir. Siyasetmedarên din ên girîng jî kesên fena Nûrî Seîd ango efserên Sunî yên artêşa Osmanî bûn.

Şîeyên Îraqê di qada siyasî û leşkerî de hatin paşguhxistin, ev jî berdewamiya wê siyasetê bû ku artêşa Împeratoriya Osmanî bi sedsalan dimeşand. Şîe di warê siyaset û artêşê de ne tecrûbedar bûn, ji ber vê yekê mîna çareseriyeke pratîk, Brîtanî di wê baweriyê de bûn ku Îraqa aram tenê bi hevalbendiya Sunî û Kurdan ava dibe. Ev jî paşê bû stûna sereke ya pergala siyasî li Îraqê. Ev hevalbendiya Sunî û Kurdan di destpêkê de wer xuya dibû ku baş dixebite lê di heman demê de Şah Feyselê Yekemîn ê Îraqê hewl dida ku piraniya Şîeyan jî ber bi hêla xwe ve bikişîne da ku piştgiriya wan ji dewleta xwe ya nû re misoger bike. Pêkhateyên din wekî Cihû û Xirîstiyanan bi Îraqiyên din re dijiyan û nola burokrat beşdarî dewleta nû bûn.

Lê pergala siyasî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma, hin ji wan girêdayî kil û kêmasiyên bingeha pêkanîna Îraqê bûn û hin jî bi guherînên dînamîk ên ku li Rojhilata Navîn qewimîn ve girêdayî bûn. Wekî ku min berê jî got, pêvekirina navçeyên nû bi Îraqa kevn ve, di nav wan de Mûsil û Besra, bi taybetî jî Kurdistan, zûtirkê rûbirûbûn û xwestekên siyasî yên cuda derxistin holê, ev yek jî bû destpêka têkçûna hevsengiya hestyar a Îraqê.

Hevparî û hevpeymaniya di navbera Sunî û Kurdan de Îraq yekgirtî hiştibû û heya wê demê daxwaza siyasî ya Şîeyan nebûbû rikberiyeke watedar a li ser desthilatê. Pirsgirêkeke din a bingehîn ew bû ku Brîtaniyan artêşa Îraqê hevdemî dewleta Îraqê ava kir. Ango ne artêşek bû ku ji hêla Îraqê ve hatibe çêkirin û li jêr desthilata dewleta Îraqê hatibe avakirin.

Ev jî tê wê wateyê ku efserên artêşa Îraqê ku heta demeke kêm berî wê çaxê, dilsozên Împeratoriya Osmanî bûn, wan hîs nedikir ku divê guh bidêrin dewleta Îraqê. Di nav saziyên leşkerî yên Îraqê de, nêrîn û hesteke hevpar hebû ku artêş qenciyê bi dewleta Îraqê dike lê ne îtaetkar û erkdara dewletê ye. Beşeke din a aloziyê jî ew bû ku şah ne Îraqî bû lê şahekî ji Hîcazê bû û ji nişka ve pengizîbû meydanê.

Di salên 1930î de, hesteke hevpar a neteweperestiyê li Ewropayê derket holê û her çû geştir bû. Ev hest bû sedema derketina çend hêz û tevgerên şovenîst û nazîst, mîlîtarîzekirina dorfireh a civaka Ewropayî, armancgirtina pêkhateyên hindikahiyan û her wiha gurbûna pêleke antîsemîtîzmê dijî Cihûyan. Ev cureîdeolojî li Rojhilata Navîn jî di nava siyasetê de belav bûn, xasma di civaka Îraqê de bûn sedema gurbûna xwesteka şovenîzma Erebî lê ya herî xofdar ew bû ku ev hest di nava artêşa Îraqê de jî derket holê, nemaze ji aliyê hin efserên ku dilsoziya wan bi dewleta Îraqê re her tim di bin şikê de bû.

Efserên neteweperestên Ereb ên di artêşa Îraqê de berê çekên xwe zîvirandin ser Kurdan. Vê yekê derzeke mezin xiste nav hevpeymaniya Sunî û Kurdan a ku Brîtaniyan ava kiribû û tew stûna dewleta Îraqê bû jî. Li dewsa ku mîna stûna dewleta Îraqê bên dîtin, efserên Ereb ên şovenîst di artêşa Îraqê de Kurd wekî beşeke bindest a Îraqê dîtin û hewleke wekî ya xaçperestan ji bo nehiştina nasname û hebûna Kurdan da destpêkirin. Ev hejandina hevpeymaniya Sunî û Kurdan bû destpêka xerakirina rewatiya dewleta Îraqê û piştre wêranbûna yekîtiya wê.

Nebûna dilsoziya di nava artêşa Îraqê de ji dewleta Îraqê re ku ji aliyê şovenîstên Ereb ve hat xurtkirin, derî li ber xwestekên efserên Îraqî vekir ku hewl bidin pergala siyasî bi rêya çend derbeyên serbazî têk bibin, ku di sala 1935an de bi derbeya serneketî ya Bekir Sidqî dest pê kir.

Li hemberî vê yekê, di dawiya salên 1930î de, piştî ku Kurdan timî xwe wekî marjînalkirî didîtin û armanc dihatin girtin, wan dest bi rêxistinkirina xwe kir û tevgerên siyasî yên Kurdî derketin holê. Bi vê yekê re rûbirûbûna artêşa Îraqê û gelê Kurd tundtir bû û di encamê de zordestî û kuştina Kurdan zêde bû. Bi xurtbûna nasyonalîzma Erebî û stûxwariya paşatiya Îraqê li hemberî xwestekên şovenîst ên artêşê, wekî encam şerekî navxweyî di navbera artêşa Îraqê de ku ji hêla hikûmeta navendî ya Bexdayê ve dihat birêvebirin, li hemberî Kurdan dest pê kir.

Di salên 1940î de, dûrxistina Kurdan ji saziyên dewleta Îraqê bi awayekî sazûmankirî hat meşandin. Derbeya artêşa Îraqê ya sala 1941ê ku dijî Brîtaniyan bû û ji aliyê Naziyan ve dihat piştgirîkirin, hat têkbirin. Paşê paşatî dîsa ji aliyê Brîtaniyan hat vegerandin û çar efserên ku serkirdatiya derbeyê kiribû hatin daliqandin, van tiştan nav di artêşa Îraqê da ku xwesteka xwe ya jinavbirin û pişaftina padîşahiyê li Îraqê xurttir bike.

Her wisa, damezrandina Îsraîlê di sala 1948an de bêtir nav di Tevgera Efserên Azad da û dûv re arîşeya Filistînê bû pirseke hevpar ji bo berhevkirina tevgerên şovenîst, hesta pêwîstiya jinavbirina padîşahiyê û avakirina rejîmeke leşkerî li deverê zêdetir kir.

Serkeftina yekem a Tevgera Efserên Azad di sala 1953yan de li Misrê bû û Komara Misrê damezrand û serkirdeyê netewperist ê karîzmatîk Cemal Ebdilnasir derxist holê. Hatina Ebdilnasir bi awayekî çalak nav di artêşa Îraqê li dijî padîşahiyê da ku bû sedema qewimîna derbeya bixwîn a sala 1958an. Rûxandina padîşahiyê bi derbeyeke bixwîn ku ji aliyê komek efserên leşkerî dihat birêvebirin û komê xwe bi navê Tevgera Efserên Azad bi nav dikir û kesên nola Ebdilkerîm Qasim û Ebdilselam Arif tê de bûn, xetîreya dawîkirina kolonyalîzma Brîtanî bilind kiribûn û soza pêşketin, wekhevî û dadmendiyê didan gelê Îraqê. Soza hikûmeta Îraqê ya ji bo bidawîkirina şerê xwe yê li dij Kurdan di demeke kin de û zûzûka pûç bû. Bexdayê dest bi êrişa xwe ya giran li ser çiyayên Kurdistanê kir, lê vê carê bi çekên tirsnak mîna bombeyên napalmê, gundên Kurdan bi awayekî bêserûber kirin armanc, Kurdên bêguneh kuştin û jîngeha wan wêran kir.

Di navbera salên 1921 û 2003yan de efserên Îraqî 10 caran hewla derbeyê da. Hemû bixwîn bûn. Hin hewldan bi ser ketin û hin jî bi ser neketin lê ya herî berbiçav derbeya sala 1968an bû ku ji aliyê Partiya Beisê ve hat kirin. Beis partiyeke sosyalîst, neteweyî, Erebî ya şovenîst bû ku bi awayekî sîstematîk Îraq ji dewleteke otorîter a leşkerî veguhert dewleteke totalîter. Rejîma Beisê dijberên xwe dikirin armanc. Herêma Kurdistanê ku bingeha piraniya bizav û partiyên opozîsyonê bû, bû armanca sereke ya rejîma Bexdayê.

Piştî ku Sedam Hisên di sala 1979an de hat ser desthilatê, di derbeyeke navxweyî ya Partiya Beisê de, mîna (Şeva kêrên dirêj ên Hitler) ji bo ku dijberên xwe yên di nav partiyê de tune bike, roj bi roj Îraq bêtir bû dojeh, bi destpêkirina şerê Îraq û Îranê re, êrîş û bombebarankirina Kurdistanê jî bi rengekî darîçav zêde bû. Perçiqandina Kurdan di sala 1988an de giha gupîtkê, tevkujî û operasyonên Enfalê hatin kirin ku tê de di nava salekê de nêzî 180 hezar Kurd hatin kuştin û 6 hezar gund dêran bûn. Paşê xeletiya mezin a Sedam Hisên çêbû; dagirkirina Kuweytê û bêserûberî derket holê. Îcar wêneyên koça bi milyonan Kurdan piştî serhildana 1991ê li cîhanê belav bûn û bûn sedem ku Neteweyên Yekbûyî (NY) herêma firînqedexe di 1991ê de ferz bike. Ev jî bû sedem ku dewleteke Kurdî ya nîvserbixwe ava bibe ku heta hilweşîna Sedam di sala 2003yan de dom kir.

Piştî êrişa Kuweytê di sala 1990î de û dorpêça NY li ser Îraqê heta sala 2003yan, Amerîka û cîhan pê hesiyan ku Îraq dewleteke têkçûyî ye. Bi rastî, li gorî nêrîna dîrokî ku li jor hat behskirin, ger mirov bêalî li dîroka Îraqê binere, dê bibîne ku Îraq li ser bingeha hevpeymanîya Kurd-Sunîyan hatiye avakirin lê zûtirkê ew hevpeymanî piştî damezrandina dewletê di sala 1921an de, di demeke nêz de bi dawî bû. Bi 10 derbeyên leşkerî yên bixwîn, çar şerên derveyî ku yek ji wan heşt salan berdewam kir, çendîn şerên dijî Herêma Kurdistanê, operasyonên Enfalê û kuştin û koçberkirina bi milyonan ji aliyê rejîmên li pey hev ên Bexdayê ve, ji destpêka damezrandina xwe ve û heta niha Îraq ti carî nebûye dewleteke serkeftî. Di vî warî de, wesifkirina Îraqê wekî dewleteke hêmin berî sala 2003yan efsaneyeke xwerû ye.

Ji bo çareserkirina kirîza Îraqê, valahiyek ji bo ramanên nû hebû. Li Washingtonê, têgihiştineke hevpar hebû ku êdî Îraq wekî ku heye, nikare bimîne. Îraqeke nû divê bi awayekî xwezayî demokratîk be û ji aliyê piraniyê ve were birêvebirin. Tevî ku Şîeyên Îraqê piranî bûn jî lê ji ber şoreşa Şîeyên Îranê ya sala 1979an, Amerîka û welatên Rojavayê bi hişyarî li Şîeyên Îraqê mêze dikirin.

Ehmed Çelebî bi jîrî û peywendiyên xwe yên xurt li Washingtonê, karîbû kesên ku dixwest Îraq û navçeyê ber bi demokrasiyê ve biajon, qayil bike ku Şîeyên Îraqê dê bibin hevalbendên nû û pratîk ên Amerîkayê, her wisa Şîeyên Îraqê lêvegera Şîeyan li cîhanê ne û dê şûna hevpeymaniya Şîeyên Îranê ku Amerîka û Rojava ji dest dane bigirin.

Piştî êrîşên 11ê îlonê, Amerîka wekî alternatîvekê li formeke îslamê ya toleranstir digeriya. Çelebî karîbû Şîeyan wekî alternatîveke nerm nîşan bide û wê argumanê bi pêş bixe ku piraniya Şîeyên Îraqê di dîrokê de ji aliyê rejîmên Sunî ve û bi alîkariya dewletên tundrew ên Sunî yên deverê, wekî welatên Kendavê, nexasim Erebistana Siûdî, hatine tepeserkirin. Bi gotineke din, Çelebî karîbû têgihiştineke nû, nexşerêyeke nû ji bo veguhertina Îraqê ber bi demokrasiyê pêşkêş bike û fokûsê ji ser hilweşandina rejîma Îranê biguhere ser rûxandina rejîma Sedam. Li gorî vê şîroveyê, wî hevalbendeke nû ya Amerîkayê li duyemîn dewleta herî mezin a Şîe, Îraqê, ava dikir. Ramaneke balkêş bû lê belê du aliyên girîng paşguh kiribûn:

Ya yekem, Çelebî ev çend deh sal bûn li derveyî welêt dijiya. Zehmet e pişt bi wê yekê bihata girêdan ku piştevaniyeke wî ya dorfireh li nava Îraqê hebe. Ji ber vê yekê, pêdiviya Amerîkayê bi beşdariyeke berbiçav a Îraqiyekî rasteqîn hebû ji bo piştgiriya vê hizrê û pêşvebirina wê bike. Ev yek jî di bin kontrola totalîter a rejîma Sedam de ne pêkan bû.

Duyem, Amerîkayê baweriya xwe bi Şîeyên Îraqê nedianî. Têgihîştina hevpar, xasma di nav saziyên îstîxbarata Washingtonê de, ew bû ku Şîeyên Îraqê, çerku Sedam hilweşiya, dê bidin pey Îranê. Lewra pêwîstiya Amerîkayê bi garantorekî Îraqî yê ku reh û koka wî di hundirê Îraqê de be, hebû. Ma kî dikarîbû bibe garantor û piştgiriyeke wî ya berbiçav li Îraqê hebe? Ji bilî Kurdan, ti kesî nikarîbû van her du mercan li Îraqê pêk bîne. Berevajî Şîeyên Îraqê, rizamendiyeke yekdeng û piralî li hember Kurdan hebû. Wekî din jî, Kurd xwedî herêmeke xweser û bi milyonan niştecih bûn û xwedî dewleteke serbixwe ya defakto bûn.

Ji ber vê yekê, ji bo Amerîka û Rojavayê Kurd garantorên herî baş bûn. Washingtonê roj bi roj bêtir amade dibû ku rîska guhertina rejîmê li Îraqê bike û bi xurtî di wê baweriyê de bû ku Îraqa têkçûyî ya ku li ser hevpeymaniya Kurd-Sunî ya sala 1921ê ava bûbû, divê veguhere Îraqeke ku li ser bingeha hevpeymaniya Şîe-Kurdan li Îraqeke nû ya demokratîk di sala 2003yan de pêk tê. Roj li pey rojê ev raman ji hêla kesên biryarder ên Washingtonê ve zêdetir dihat qebûlkirin.

Bi meyîzandina li reh û koka şikestinên Îraqê, zehfî eşkere bûye ku navendîparêzî li Îraqê sedema sereke ya wê têkçûnê bû, ji ber ku ew çeka herî kujer a zordariya dîktatorên li pey hev ên Bexdayê bû. Tevî ku Îraqê pişta xwe bêtir bi dahata petrolê ve girê dida û aboriya bazara wê ji nav çû lê hikûmetên Bexdayê hemû serwet û dahatên welêt kontrol dikirin, artêş, polîs û hêzên ewlehiyê kontrol kirin, di heman demê de ne tiştek ji xelkê re mabû, ne jî kontrola wan li ser tiştekî hebû.

Ji ber berhevbûna van desthilatên bêsînor li Bexdayê, derketina holê ya dîktatoriyeke hovane li Bexdayê tiştekî bivê-nevê bû, dîktatorekî ku xwedî desthilateke bêsînor bû ku hemû welêt serkut bike. Ji dîktatorekî wiha re, kuştin û perçiqandina Kurdan rêya herî baş bû ku hêz û kulma xwe nîşan bide. Loma, da ku pêşî lê were girtin ku dîktatoriyeke din li Bexdayê derkeve holê, divabû desthilata Bexdayê bihata dabeşkirin û dahata petrolê li herêmên dûrî Bexdayê û herêmên din ên Îraqê bihata parvekirin. Di encamê de, têgihiştineke hevpar a Amerîkayê û dijberiya Îraqê hebû ku federalîzm dermanê tikîtenê yê sendroma şovenîzma Bexdayê ye û tekane çareserî ji bo berhemanîna Îraqeke aram û mayînde ye.

Fikra avêtina Sedam ji desthilatê, li ser van prensîban bû û piştre ev pir eşkere diyar bû. Heger ne ji Kurdan bûya, guhertina rejîmê li Îraqê çênedibû û federalîzm û bidesthilatkirina herêman û derxistina kontrola dahata petrolê ji destê Bexdayê û radestkirina wê ji bo herêman, hîmên siyaseta nû ya Îraqê bûn.

Di sala 1998an de, siyaseta Serok Clinton ku fena siyaseta "ducar sînordarkirina Îran û Îraqê" dihat nasîn, bû sedema peydabûna siyasetekê ku dixwest rûbirûbûna li gel rejîma Sedam bi dawî bike. Vê yekê derî li ber mixalefeta Îraqê girt. Dûv re, seba avakirina têkiliyên bi Sedêm re, hin gav bi rêya Sekreterê NY Kofi Annan hatin avêtin. Annan li ser daxwaza Clinton serdana Bexdayê kir. Tevî van paşveçûnan ji bo dijberiya Îraqê, di sala 1998an de serkeftinek ji bo opozisyona Îraqê hat bidestxistin, Kongreya Niştimanî ya Îraqê projeya "azadiya Îraqê" bi awayekî serketî pejirand.

Yekem car di dîrokê de, opozîsyona rejîmê bi piştevaniya dijberiya Îraqê di hundirê Îraqê de, bi pesendkirina projeyasayekê ku daxwaza rûxandina rejîma Sedam û avakirina demokrasiyê dike, di hilweşandina rejîma Sedam de bi ser ket. Ev destkeft ji bo hevalbendiya nû ceribandineke dîrokî ya mezin bû û bêyî Kurdan bi ser nediket.

Piştî azadkirina Îraqê di sala 2003yan de, gelek siyasetvanên Amerîkî yên di asta navîn û nizm de ku dihatin Bexdayê dixebitîn, ji kûrahiya rewşa siyasî ya nû fêm nedikir an jî kêm jê têgihîştin. Di gulana 2003yan de, biryara Amerîkayê ya ragihandina dagirkirina Îraqê ji bo Îraqê bêtareke siyasî bû û ji bo Beisî û terorîstên Îraqê jî serkeftin bû. Ji ber ku ji wan re rewatiyeke tam hat dayîn ku êrişî Amerîkiyan bikin û ji bilî Kurdistanê, li seranserê welêt şerekî xût terorîst bikin. Li Kurdistanê aştî hebû. Kurdistan aram bû û diyar bû ku ya ku Kurdistanê ji Îraqê vediqetîne ne tenê sînor e, di şûna wê de çand û jîngeha wê ye. Zêdebûna bilez a êrişên terorîstî bû sedem ku Amerîka bala xwe ji nûavakirina Îraqê veguhêre ser parastina hêzên xwe û rûbirûbûna terorê.

Ezmûneke din a mezin jî nûnivîsandina destûrê bû ku kevirê bingehîn ê stratejîk bû ji bo Îraqê û hevpeymaniya Şîe-Kurdî, hevpeymaniyeke ku tevî terorê û heyteholeke mezin li gelek deverên welêt, hîna baş kar dikir. Nûnivîsandina destûrê li mala Serok Mesûd Barzanî ya li Bexdayê hat kirin. Ji bo min ezmûneke bêhempa bû. Pêvajoyeke pir dijwar bû û carinan em rastî astengiyên pir cidî dihatin lê di dawiyê de, em di nivîsandina destûrê de bi ser ketin.

Destûr peymana nû ya Îraqê ye ku federalîzm li Îraqê pesend kir û karîbû Herêma Kurdistanê ya defakto biparêze. Di rastiyê de, Herêma Kurdistanê mînakek bû ku nivîserên destûrê dixwest li seranserê Îraqê kopî bikin. Guhertina her parêzgehekê ji bo herêmeke federal, di destûrê de hat hêsankirin û mafê milkdariya petrolê li Herêma Kurdistanê, ji bilî zeviyên "heyî", ji herêman re hat dayîn. Ev zeviyên petrolê yên siberojê jî li xwe digire. Gotûbêjên li ser mijara petrolê û herêman (wekî mînak Kurdistan) tund bûn. Gotûbêja navbera wan kesan bû ku piştevaniya navendîparêziya xurt dikirin (ev raman berê bi ser neketibû) li gel kesên ku ji bo wê mebestê fikrên wan ên federal ên nû hebûn ku em tiştên ku li Îraqê mane biparêzin.

Destûrê rewabûneke bêmînak bi dest anî: Yekem, ji aliyê hin kesan ve hat nivîsandin ku wan nûneratiya girseyeke dorfireh ji Îraqiyan (Şîe, Sunî, Kurd, Mesîhî, Beisî, Îslamî û komên din) dikir. Duyem, ji aliyê lêvegera Necefê ve hat pejirandin. Sêyem, a herî girîng ew e ku ji aliyê gelê Îraqê ve bi rêya giştpirsiyeke rasterast hat pejirandin.

Ev destûr peymana nû ya Îraqê bû lê destûr nikare xwe bi cih bîne, di şûna wê de, bi vîna siyasî û ya gel tê cîbicîkirin lê hîn ji destpêkê ve tavilê dijminên navxweyî û derveyî ji vê destûrê re qît bûn. Beisî û terorîstan ev destûr wekî gefekê li ser hebûna xwe dît. Îranê jî ev yek wekî gefekê ji bo belavkirina hizra demokrasî û federalîzmê dît ku vê wekî hizreke xofdar dibîne.

Rejîma Îranê demildest dest bi qelskirina destûra Îraqê kir. Ramanên nola federalîzmê, dabeşkirina samanên petrolê metirsiyeke mezin bû li ser rejîma Îranê û dikarîbû li Îranê belav bibe û desthilata polayî ya Tehranê li ser gelê Îranê zeîf bike.

Siyaseta hevpeymaniya sêalî, Şîe, Kurd û Amerîka mîna hevbeşeke stratejîk dest bi hilweşandinê kir. Ev yek jî bi navtêdana Îranê û ji ber nebûna têgihîştina pêwîst ji hêla burokratên Amerîkî ve li Bexda û Washingtonê bû. Bi navtêdana Îranê, Şîeyan dest bi êrişa li ser Amerîkiyên ku ew anîbûn ser desthilatê kir. Pêngava paşê jî ew bû ku dubendî di navbera Şîe û Kurdan de were çêkirin.

Rewşa siyasî ya ku pergala nû li ser hatibû avakirin, hilweşiya. Hevsengiya hêz û berpirsyariyê di çarçoveya destûrê de hino hino ji aliyê Îran û dûvelankên wê ve hat hilweşandin. Loma pergala siyasî roj bi roj bêtir têk çû. Aniha tiştek kar nake. Bêyî ti ragirtineke berpirsiyariyê û serweriyeke qanûnê, demokrasî daket asta hilbijartinên bêwate û jimartina dengan.

Di demekê de ku tevahiya Îraqê niqoyî nav gendelî, teror û tevliheviya siyasî bûbû, Kurdistanê mifa ji aramiya xwe wergirt da ku geş bibe û bi pêş bikeve lê çiqasî Kurdistan bêtir bi pêş ket, bêtir bû armanca dûvelankên Îranê. Di encamê de, Şîe zûzûka ji hevpeymanên Kurdan veguherîn neyarên Kurdan.

Ji ber çanda şovenîst a ku ji Beisê maye û ji ber desthilata hesinî ya navendî li Bexdayê ya bi dehan salan, desthilata Şîe ya siyasî dest bi kar kiriye seba bêparkirina Kurdistanê ji mafên wê, destwerdanê di karûbarên navxweyî yên herêmê de dike û federalîzm kiriye biryareke ku nayê cîbicîkirin. Ji bo Îranê, gefa destûra Îraqê ne tenê ew e ku federalîzm û demokrasiyê li Îranê belav bike lê pergaleke aloz a dewletbûnê ye ku desthilatan ji hev cuda dike û kontrolkirina Îraqê zehmet dike.

Heya ku Bexda otorîter be, heya ku Îraq navendîtir be, ji bo Îranê hêsantir e ku Îraqê kontrol bike û bi rê ve bibe. Her wisa, Kurdistaneke pêşketî, cihê ku xelk lê azad e û bixêrhatinî li Amerîkî û Rojavayiyan lê tê kirin, gefeke din dirust dike, ew jî ew e ku Kurdên Îranê ku tenê çend kîlometreyan dûr in, dibe ku wan nirxan bibînin û derbasî Îranê bikin.

Çiqasî Îran Îraqê bêtir kontrol bike, çavberdana wê jî zêdetir dibe. Têkiliyên dîrokî yên Serok Mesûd Barzanî bi Îranê re û gelek serkirdeyên Kurd ku bi dehan salan li Îranê jiyane, li hemberî kontrolkirina tam a Îraqê ji aliyê Îranê ve kemel in. Tam ji ber vê yekê bûye armanc, ne ji ber ku dijî Îranê ye lê ji ber ku bêyî guh bide Îranê, li ser mafên gelê xwe radiweste.

Ev çîroka rasteqîne ye ka çima dewleta Îraqê ji hev ket û xopan bû. Ji xwe bêyî federalîzmê û Kurdan dibe ku tiştek bi navê Îraqê li holê nemîne!

* Ev gotar ji bo Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Îraqê hatiye nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst