Dojeha Ebû Xirêbê bi dîtina Fernando Botero

07-09-2024
Mehmûd Necmedîn
A+ A-

Fernando Botero yek ji nîgarkêşên navdar ên Kolombiya û cîhanê ye. Tabloyên wî li muzexaneyên mezin ên cîhanê tên dîtin. Peykerên wî li ser kolan û li nav baxçeyên gelek welatên cîhanê hatine danîn û xelk wêneyên xwe li kêleka wan digirin.

Ji Ewropayê heta welatên Asya û Amerîkaya Latîn, Botero navekî naskirî ye û bi stîla xwe ya taybet bala hezkerên hunera şêwekariyê kişandiye û bi saya projeya xwe ya hunerî ya Ebû Xirêbê li welatên Ereban jî tê naskirin û girîngî bi hunera wî tê dayîn.

Gelek axaftin li ser wî hatiye kirin. Sedem jî ew e ku wî di rêze kevalên Ebû Xirêbê de Amerîkî wek celad û Beisî jî wek qurbanî nîşanî cîhanê dane û di wan tabloyan de wêneyê Îraqiyan xêz kiriye bê çawa tên şkencekirin. Navendên çandî û medyayî yên Ereban jî ev derfet bi kar anîn û mijar mezintir kir qene ji cîhanê re bibêjin ku xwedêgiravî Amerîka zilmê li Ereban dike.

Ebû Xirêb ji bo me Kurdan cihekî tirsnak e

Rêze tabloyên Ebû Xirêbê 50 tabloyan li xwe digire. Botero ev keval bi stîla xwe saz kirine û cara pêşî di sala 2005an de li Ewropayê hatin nîşandan, paşê li gelek welatên cîhanê hatin nîşandan lê rê nehat dayîn ku li Amerîkayê jî bên nîşandan. Proje rêze tablo bûn ku girtîgeha Ebû Xirêbê ya piştî hilweşîna Beisiyan dinimandin.

Ji bo me Kurdan zindana Ebû Xirêbê cihekî tirsnak e. Ebû Xirêb heyamekê dojeha Kurdan û neyarên Beisê bû. Hingê li hember stemkariya Beisê cîhan kerr û lal bû. Kes nehat hewara Kurdan û neyarên Beisê ku li girtîgehên Ebû Xirêb, Nugre Selman û zindanên Mûsilê û yên dîtir rastî şkenceyê dihatin û dihatin zêrandin.

Vêga piştî van hemû salan, Botero tê û Ebû Xirêbê di wê rêze kevalên xwe de mîna zindanekê ji bo zêrandin û şkenceya Beisiyan xêz dike. Ebû Xirêb di serdema desthilatdariya Beisiyan de ji Kurdan û neyarên Beisê re çala mirinê bû. Lê piştî ketina dewletoka Sedam Hisên bû zindana Beisiyan bi xwe.

Botero di wê rêze huneriya xwe de Beisî wek mexdûr û Amerîkî jî wek celad nîşan dane. Encam: Ger kesekî Ewropayî derbarê Beisê û Ebû Xirêbê de ne xwedî agahî be, dê dilê wî li ber van tabloyan bi Beisiyan bişewite û ji Amerîkayê nefret bike. Seqetiya vê projeya Botero ew e ku wî nikarîbû di dîroka Îraq û Ebû Xirêbê de kûr bibe û bi awayekî hûrbîntir li ser bixebite. Nikarîbû yan nedixwest? Kakila mijarê ev e. Bê guman hunermendekî Kolombiyayî dê ji Amerîkayê hez neke.

Beisiyan Ebû Xirêb ji Kurdan re kiribûn çala mirinê

Rast e Botero wêneyê qurbaniyan xêz dike. Bi hunera xwe wêneyên tundûtûjiyan xêz dike û hertim bi hunera xwe li dijî şer û tundûtûjiyê derdikeve. Lê ger bi awayekî hûrbîntir li ser vê projeya xwe kar bikira, divabû hin tabloyên wî ew qonaxa Ebû Xirêbê nîşan bidana ku Beisiyan ji Kurdan û neyarên xwe re kiribû çala mirinê.

Ev projeya Botero li cîhana Ereban rastî guhdaneke mezin hat, ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku Sedam yekane serkirdeyê Ereban bû û Amerîkaya dagirker bi dagirkirina Îraqê û daliqandina Sedêm û şikandina stûyê wî, rûmeta Ereban jî şikand. Gelek çavkanî hene dabaşa şkence û cezayên giran ên artêşa Amerîkayê li zindanên Îraqê dikin lê ew jêder venagerin serdema berê da bibînin ka Beisiyan di dema desthilata xwe de çi tanîn serê girtiyan?

Dewranekê eynî Ebû Xirêb girtîgeheke xofdar bû û canê neyarên Sedam lê dihat kişandin. Botero di karê xwe de kûr nebûye, ger na divabû bizaniya ku dewranekê Beisiyan bi hezaran kes di girtîgeha Ebû Xirêbê de şkence dikir lê vî hunermendî karê xwe tenê li ser wê qonaxê ava kiriye û li demboriya Ebû Xirêbê venegeriyaye û kêmasiya vê projeyê jî ev yek bi xwe ye.

Jiyan û hunera Fernando Botero

Botero di sala 1932yan de li bajarê Medellinê yê Kolombiyayê hat dinyayê. Bavê wî kedkar bû. Botero xweşî ji dilîniya bavîtiyê nedît, hîn 4 salî bû bavê wî bi krîza dil mir û dêya wî terzî bû û ew bi vî karê xwe xwedî kir. Botero sala 1948an di 16 saliya xwe de wêneyê xwe yê yekem di rojnameya El Colombiano de ku yek ji rojnameyên herî girîng ên bajarê wî bû weşand û bi wê tibaba pereyên ku wek xelata wêneyên xwe wergirt xwendina xwe ya lîseyê domand.

Boteroyê ciwan ev karê xwe berdewam kir û xêlekê fena wênekêşê rojnameyê xebitî. Sala 1952yan bi dahata galeriya xwe li Ewropayê geriya. Çû Barselonayê û paşê berî da Madrîdê û li wir li Akademiya San Fernando xwend û zûzûka serdana Muzexaneya Pradoyê dikir.

Sala 1953yan çû Parîsê. Dema li Parîsê bû, piraniya dema xwe li Muzexaneya Louvreyê derbas kir û çavên wî li ser berhemên hunerî yên wê muzexaneya mezin bûn. Qonaxa ku li Floransayê jiya jî, hunera wî di bin bandora berhemên hunermendên serdema Ronesansê de ma. Lê Parîs ji bo wî bû çavkaniya jiyan û îlhamê. Bi piranî li wir dima û salê carekê vedigeriya bajarê xwe.

10ê Hezîrana 1995an di jiyana wî de rojeke reş bû

Vî hunermendî zêdetirî pêncî pêşangehan li bajarên mezin ên cîhanê vekirine û sala 1964an hewla xwe ya ewil a sazkirina peykeran da lê ji ber pirsgirêkên diravî nikarîbû peykerên xwe bi bronzê saz bike, loma neçar ma ku peykerên xwe bi malzemeyên erzantir çêbike. Seba vê yekê jî xêlekê ji peykersaziyê dûr ket heta di nîveka salên heftêyî yên sedsala borî de li karê peykersaziyê vegeriya û cara yekem sala 1977an li Koşka Mezin a Parîsê pûtên xwe yên bronz nîşan dan.

10ê Hezîrana 1995an di jiyana Botero de rojeke reş bû. Di wê rojê de ku bombeyek li bin yek ji peykerên wî yên tûnc li bajarê Medellinê hatibû danîn, teqiya û bû sedema kuştina 23 kesan û birîndarbûna 200 kesan. Sûcdar qet nehatin nasîn û Botero jî biryar da ku peykerê ziyandîtî wek 'monumenta xêvikî û sûcdariya welêt' li cihê wî bihêle û neyê nûjenkirin. Sala 2004an, rêze tabloyên xwe nîşan da. Ew berhem projeyek li ser tundî û şideta li Kolombiyayê bû. Di sala 2005an de, projeya rêze tabloyên Ebû Xirêbê nîşan da.

Berhemên vî hunermendî ne tenê kolan, park û muzexane ronî kirine, li şûnê, gelek nivîskaran ji bo xemilandina bergên pirtûkên xwe tabloyên wî bi kar anîne wek nivîskarê navdar Mario Vargas Llosa ku sala 2023yan bergê romana xwe ya bi navê 'Bêdengiya xwe terxanî we dikim' bi tabloyeke Botero ku dîroka xêzkirina wê vedigere sala 1979an xemiland.

Ji Kolombiyayê heta Hong Kongê bi xanimên xwe yên qelew tê nasîn

Botero tablo û peykerên xwe bi awayekî qebe û qelew çêkirine ku ji qebareya xwe pir mezintir û qebetir in. Hinekî kartonî û komedî xuya dikin. Koka vê vedigere salên pêşî yên jiyana wî ya hunerî ku di bin bandora hunermendên wê serdemê de mabû. Fîgurên Botero celebekî komediyayê dihewînin û girêdayî tinazkariyê ne. Heta radeyekê kartonî ne, wêne û peykerên mêr, zarok, seg, pisîk û hespan hemû jî wiha qebe ne. Ji Kolombiyayê heta Hong Kongê, Botero bi xanimên xwe yên qelew tê nasîn. Hejmareke mezin a pûtên Fernando Botero Li Singapûrê tên dîtin.

Hin wêne û pûtên Botero ne tenê qebe û qelew in tew rût in jî. Li ser karên bi vî rengî bi rexneyên tund re rû bi rû maye. Sala 2020 peykerê Adem û Hewayê li Singapûrê bû sedema gelek gengeşeyan. Di warê temayê de, şêwaza Botero gelek caran wek rexnegiriya civakî û siyasî hatiye hesibandin û hin tabloyên wî hesta hişyarî û rexneya civakî li xwe digirin.

Di berhemeke xwe de ku behsa girîngiya mirov û rola gendeliya siyasî dike, di tabloyê de serokê artêşê cilên leşkerî yên xweş li xwe kirine û jina wî jî kirasek li xwe kiriye ku ji pûrta rovî hatiye çêkirin û serê rovî bi nîveka kirês ve hatiye daliqandin. Tabloyeke din a navdar a Botero Mona Lisaya Botero ye. Mona Lisa tabloya navdar a hunermendê Îtalî Leonardo da Vinci ye.

Gelek hunermendên piştî da Vinci heya îro wêneyê Mona Lisayê xêz kirine. Hinekan wêne weke ku heye xêz kirine û hinekan nûjenî tê de kiriye û bi awayê ku wan xwestiye wêne çêkirine. Mona Lisaya Botero jî yek ji wan tabloyan e ku Botero bi stîla xwe xêz kiriye. Tablo wêneyê Mona Lisayê di temenê diwanzdeh salî de ye. Mîna hemû berhemên Botero yên din, Mona Lisayeke têrbez û qelew e.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

 Hîwa Cemal

Xakjimêrî

Di heyama 30 salên borî de, qet nebe sê caran derfet ji Kurdan re peyda bûye ku navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê vegerînin