Li Hewlêrê gaveke sekûler

07-06-2016
Abdullah Reşawi
Nîşan Yekgirtû Kongre Sekûlerîzm Îslamî Ebubekir Elî
A+ A-

Kongereya heftem a  Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) di nav partiye de bû despêka hevrikiya “sekûlerîzm û îslamîzmê.”


Li kongreyê, Endamê Serkirdetiya Konseya Yekgirtû Ebubekir Elî Manewe weke namzede giştî ya serokatiyê gotarek peşkeş kir. Ev gotar hem li dijî hin ramanên radîkal ên di nav partiye de hem jî derbarê paşêroja partiye de bû.


Alîgirên Yekgirtûyê ji ber hevrikiya sekûlarîzm û îslamîzmê, bertekên xwe li hemberî Ebubekir Elî nişandan. Ji ber vê yekê jî dengên standî di 221ê de man.


Kesên ku kongre şopandin pê derxistin ku Ebubekir Elî, ne ji bo cihaneke îslamî, lê ji bo cîhaneke sekûler bang kir.

Ebubekir Elî di daxuyaniyeke xwe de gotibû: “Hin kes ji bo min dibêjin ew sekûler e. Lê ew şaş in.” Di vê rewşê de yan wî bixwe xwe şaş da fêmkirin, yan jî ji aliyê alîgirn partiyê ve şaş hat fêmkirin.

Sekûlerîzm di eslê xwe de weke wateya siyasî nayê wateya ku ol ji siyasetê cuda ye. Lê belê em ji bîr nekin ku Partiya Demokrata Xiristiyan a Alman, partiyekê aliyên wê yê raman olî jî hene.

 

Li gor vê nêrînê, Ebubekir Elî di çarçoveya nirxên îslamî de çima xetekê wiha ji bo Yekgirtûyê rewa nabîne?

Ez dikarim bi asanî vê yekê bibêjim ku Partiya Demokrata Xiristiyan a Alman, nirxên liberal û demokrasiyê lixwe digire û karên olî û fermî ji hev cuda digire û çalakiyên xwe yên siyasî jî bi awayekî serkeftî berdewam dike.

Ez di wê baweryê de me ku Ebubekir Elî di serî de divê ne bi şeklî pênasiya Yekgirtûyê bike, lê divê bi ramanî û teknîkî pênasiya wê bike. Çimkî bi pênasiyê heger guhertineke çêbibe, divê pênasiyeke rast û ne vale hebe.


Yekgirtû heger peyva “îslamî” ji navê xwe derbixe jî, ev yek nayê wateya ku partî û bernameya wê ji bingehîn tê guhertin. Ev yek tenê dibe guhertineke taktîkî û dê bibe sedema tevliheviya navê wê. Îhtimaleke mezin dê Yekgirtûyê bixe rewşek zehmet de jî.

Lê divê tevî zehmetiyan Ebubekir Elî guhertinê di nav partiyê de pêk bîne û divê Yekgirtûyê ji partiyeke olî veguherinî partiyeke modern. Bi vê guhertinê bi temamî Yekgirtû dê were guhertin.

Em vê yekê jî ji bîr nekin; li Tirkiyê AK Partî û li Tunisê jî Tevgera Nahda dema ku tevlî vê kerwanê bibû wekî xewna şevê hatibûn binavkirin.

 

Gotara Ebubekîr Elî ya li kongereya heftem a Yekgirtûyê bû mijara guftûgoyan ku di nav partiye de hevrikiya “sekûlerîzm û îslamîzmê” destpêkiriye.

Ez jî di vê baweriyê de me, ew nîqaşên li ser nav yan jî naveroka bernameya Yekgirtûyê têne kirin ji bo ku hinek guhertinan baş in.

 

(Nivîskar ji bîr û boçûnên xwe berpirsiyar e ku dibe ne li gorî nêrîna sazûmanî ya Rûdawê bin.)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst