Navê dayika Yaşar Kemal Nûbar bû yan Nîgar bû?

06-05-2021
A+ A-

Dayik û bavê Yaşar Kemal, li gundê Ernîsa bajarê Wanêhatinedinê. Ernîs, nêzîkê çiyayê Sîpanê bi alîyê Rojhelatê Bakur ve li perava Behra Wanê ye û gundekî li ser navçeya Muradiyê ye. Li gorî daxuyanî û agahîyên resmî (fermî) navê dayika Yaşar Kemal Nîgar e û yê bavê wî jî Sadiq e. Bavê Yaşar Kemal ji eşîra Luvan e û dayika wî jî ji eşîra Kizikan e. Wê demê serokê eşîra Luvan Gulîxan Begê apê Sadiq bû. Cîyê niştecîbûna eşîra Kizikan li ser sînorê Tirkîye-Îranê ye, beşekî wan di nava Tirkîyê de dimînin û beşên din jî di nava sînorên Îranê de bi cî bûne.

Wekî bi deh hezaran malbatên kurdên wê herêmê, mala wan jî di sala 1915an de ji ber şer û êrîşên Qeyserê Rûsyayê, ji neçariyê terka cî û warê bav û kalên xwe kiriye. Ji peravên Behra Wanê berê xwe daye ber bi Rojava ve; pêşî ji gund çûne Wanê. Paşê dibînin ku ev bajarê qedîm giştî vala bûye. Malbata Yaşar Kemal hefteyek li ber qelaya Wanê konê xwe vedidin û li wir dimînin. Ji wê derê îcar berê xwe didin Amedê. Gulîxan Begê serokê eşîrê jî di nav de, beşekî wan li Amedê mane û yên din rê û koça xwe kudandine, pêda çûne û di sal û nîvekê de gihaştine herêma Klîkyayê (DeştaÇiqurê). Bi wergera tirkî dibêjin “Çukurova”û li gundê Hemîteya navçeya Qadirliya bajarê Edeneyê.

Yaşar Kemal, di payîza sala 1923an de li gundê Hemîteya qezaya Qadirliyê ji dayik bûye. Yaşar bi çîrok, efsane û kilamên dengbêjê malbatê, Evdalê Mûsa mezin bûye; kilamên wî yên li ser Evdalê Zeynikê û Sîyabend û Xecê yên herî meşhûr bûn. Yaşar, dema ku çar salî bûye, bavê wî hatiye kuştin. Salên bavê wî ji yê dayika wî gelek zêdetir bûne.Piştî mirina bavê wî, Nûbar Xanima dayika wî li ser apê wî yê Tahir Beg mehr kirine.

Yaşar Kemal dibêje: Tiştêku ez li ser malbatê dibêjim piraniya wan ji mezinan û bi taybetî jî ji dayika xwe hîn bûme. Hafiza dayika min gelek xurt bû, hîç tiştekî ji bîr nedikir. Dayika min gelek xweş dipeyivî lê mixabin tirkiya wê kêm bû.Ew ji çîrokbêjekî(ê) xweştir bi kurdî dipeyivî. Dema ku wê çîrokek, destanek bigota û behsa bûyerek bikira, ji ber vegotina wê her kes lal û ebkem dibû. Ez jî heyranê vegotina wê bûm û gotinên wê gelek tesîr li min dikir. Demeke dirêj ez ji peyivîna kurdî dûr ketim, bi tevî ewqas dûrmayînê, ger îro jî hinek bi kurdî peyivîn û têgihîştina min hebe, ew ji ber dayika min e.” Li gorî agahiyên biyografîk ên li ser Yaşar Kemal, navê dayika wî “Nîgar” bûye.

Li gorî gahiya Cavît Benlîdayiyê nevîyê Elî Îlmî Fanîzadeyê xwediyê rojnameya Ferda, dema ku mala Yaşar Kemal li Qadirlîyê bûye, ew cîranê mala Elî Îlmî Fanî bûne, dostaniya wan hebûye, daîm çûn û hatina wan çêbûye. Elî Îlmî Fanî, bi tevî birayên xwe yên Zeynelabidîn û Mesûd Fanî, endamên CemîyetaTealî ya Kurdistanê bûn. Ji ber xebata wan a mixalif, navê her sê birayan jî ketibû nava lîsteya sirgûnên 150'an û hatibûn derkirin ji nava sînorên Tirkiyeyê . Ew, bi tevî derçûna efûya 29'ê Hezîrana 1938'an vegeriyabû war û bajarê xwe yê Qadirliyê. Cavît Benlidayi dibêje: Navê dayika Yaşar Kemal “Nûbar” bû, me ji wê re digot “Nûbar Bîbî”.

Ev wêneyê  Nûbar Xanim a dayika Yaşar Kemal jî, di arşîva Cavît Benlîdayi de hatiye dîtin û ji alîyê wî ve di 9'ê Hezîrana 2018'an de li ser bloka “Kadirlinin Eski Fotoğrafları” hatiye belavkirin. Ev têkiliya malbatî ya edîb, şair û rojnamevanekî navdarê ê wekî Elî Îlmî û aîleya Yaşar Kemal, îhtimaleke din jî tîne bîra me; mimkûn e ku yek ji paşxan û çavkaniya nivîskarî û edîbiya Yaşar Kemal jî, Elî Îlmî bi xwe bûye.

Seîd Veroj

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst