STENBOL - Pirsgirêka avê dîsa bû rojev: Bi qasî ku têra 3 mehan bike av maye

31-08-2023
Rawîn Stêrk
STENBOL – Pirsgirêka avê dîsa bû rojev: Bi qasî ku têra 3 mehan bike av maye
STENBOL – Pirsgirêka avê dîsa bû rojev: Bi qasî ku têra 3 mehan bike av maye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê Stenbol a ku zêdetirî 16 milyon kes li wir dijîn careke din bi pirsgirêka avê re rûbirû ye.

Li tevahiya bendavên ku ava bajêr lê tê ragirtin asta avê daketiye binê ji sedî 30î. Ji ber nebarîna baranê û hişkesaliya tund çend bendav hema bêje bi temamî miçiqî ne.

Li hinekan jî asta avê kêmtirî ji sedî 10î bûye. Bi giştî bi qasî ku têra 3 mehan bike av maye.

Şaredariya Stenbolê li ser hev hişyariyan dide daku xelk ji avê teserûfê bike.

Herwiha hewlên ji bo çareseriyê jî berdewam dikin û ÎSKÎyê radigihandiye ku wê bêavî çênebe.

Yek ji bendavên Stenbolê ye ku beşek ava bajêr jê dabîn dibe. Hema bêje binê bendavê xuyaye û asta avê lê kêmtirî ji sedî 10î ye.

Ne tenê li wê bendavê, li wan 10 bendavên ku avê didin bajêr jî rewş xirab e.

Rêveberiya Av û Kanalîzasyonan ango ÎSKÎ di hewleke mezin de ye ji ber ku ava mayî tenê têrî kêmtirî 3 mehan dike.

Ji ber ku pêşî payîz e li gor wan wê bajar bêav nemîne lê ji bo salên bê tablo reş e.

“Problema avê di hemû serdeman de hebûye”

Cîgirê Serokê ÎSKÎyê Bulent Solmaz li ser kêmaviyê got:

“Ji ber ku bajar li dora çavkaniyeke avê nehatiye avakirin problema avê di hemû serdeman de hebûye û her hewl hatiye dan. Em jî niha heman hewlê didin.

Taybetmendiyeke îsal heye ku hişkesaliyeke bêhempa heye. Li hêla Anadoluyê tu kêşe nînin lê çavkaniyên aliyê Ewropayê gelekî kêm bûne. Em jî ava Anadoluyê parzûn dikin û ji aliyê Ewropa re dişînin.

Rast e ku çavkanî gelekî kêm bûne û metirsiyeke heye lê heta werzê baranê wê av hebe û piştre jî wê hewlên me hebin. Pêşbîniya me ew e ku dê tu xetereyeke mezin rû nede.”

Ji ber hişkesalî û germahiya zêde ya îsal, bikaranîna avê jî zêde bûye. Heta vê havînê rojane derdora 3 milyon metre sêgoşe bû lê îsal rekor tê şikandin.

Asta ava ku rojane tê bikaranîn ji 3 milyon 500 hezar û 430 metre sêgoşeyan derbas bûye. ÎSKÎ hema her roj ji welatiyan re peyaman dişîne daku avê kêm bi kar bînin.

“Dema avdestê divê em baldar bin”

Welatiyê bi navê Serdar Kuçukkeskîn jî li ser rewşê anî ziman:

“Ji bo min tişta herî balkêş îsraf e. Wek mînak, dema em avdestê digirin divê em baldar bin. Ez xelkê ji bo vê hişyar dikim.

Divê em avê bi awayê herî guncav bi kar bînin û vê fêrî zarokên xwe jî bikin. Tişta ku li me dikeve ew e ku haya me ji vê hebe.

Rayedarên me jî li gor rewşe gavên pêwîst biavêjin û xweza jî Înşallah alîkariya me bike daku her tişt baştir bibe.”

Pirsgirêja avê ya Stenbolê salên dirêj in di rojevê de ye. Hema her sal dema ku dibe havîn ev mijar dibe rojev.

Bi giştî kapasîteya 10 bendavan 868 milyon metre sêgoşe ye lê niha bi giştî 359 milyon metre sêgoşe av maye.

Li gor pisporan pêdivî bi polîtîkayeke bingehîn a avê heye

Serokê Komeleya Polîtîkayên Avê Dûrsûn Yildiz anî ziman:

“Ji bo Stenbolê divê demildest ewlehiya bikaranîna avê bê girtin. Heta niha tenê ji bo dabînkirina ava pêwîst gav têne avêtin.

Êdî divê ne tenê ji bo dabînkirinê, ji bo kêmkirina pêwistiya avê jî gav hebin. Nifûs divê bê kontrolkirin.

Divê polîtîkayeke bikaranîna kêm ya avê di nava xelkê de bê danîn ku ne tenê demên hişkesaliyê, ji bo her demê ew pirsgirêk ji holê rabe.”

Li gor çavdêriyan di mehên pêş de dê baraneke zêde dest pê bike û dê bêavî nebe qedera bajêr.

Nifûsa her ku diçe zêdetir dibe, bikaranîna bêkontrol a avê, nakokiyên di navbera şaredarî û hikûmeta navendî de û çend sedemên din wê metirsiyê her nûjen dikin ku Stenbol dê rojekê bêav bimîne.

Heger bi polîtîkayeke avê ya guncav çareserî nekevin meriyetê, metirsiya kêmaviyê dê her wek rojev bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst