16 fezleke bo parlamentoya Tirkiyê hatin şandin

29-06-2022
RÛDAW
Nîşan Parlamenter Parêzbendî Fezleke HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteran 8 jê parlamenterên HDPê di derbarê 11 parlamenteran de 16 fesleke bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.

Di derbarê 11 parlamenteran de 16 dosyeyên rakirina parêzbendiyê bo parlamentoya Tirkiyê hatinş şandin.

Fezlekêyên ku ji bo Komîsyona Têkel a Parlamentoyê hatine şandin di derbarê Seroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (BDP) Salihe Aydenîz, Parlamenterê Eskîşehîrê yê CHPê Utku Çakirozer û 8 parlamenterên HDPê de fezleke hatin amadekirin.

Ji bo parlamenterên ku daxwaziya rakirina parêzbendiyê tê kirin wiha ne: Parlamenterê Rihayê Nûsrettîn Maçîn 3 fezleke, parlamenterê Şirnexê Nuram Îmîr 2 fezleke, parlamenterê Rihayê Omer Ocalan 2 fezleke, parlamentera Rihayê Ayşe Surucu 1 fezleke, parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk, parlamenterê Amedê Îmam Taşçier 1 fezleke, parlamenterê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu 1 fezleke û parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu 1 Fezleke.

Herwiha di derbarê parlameterê Partiya Karkerên Tirkiyê Ahmet Şik de jî 2 fezleke hatin amedekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst