Tirkiyê bersiv da: Ji bo Amerîka û Ewropayê hişyariya geştyariyê

29-01-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hişyarî Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji Enqereyê ji bo hişyariya geştyariyê ya ku ji Amerîka û welatên Ewropayê ji bo Tirkiyê hatibû kirin, "bersiv" hat. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de bal hat kişandin ser 'êrîşên li dijî biyaniyan û nijadperestî' û 'bêtehemûliya olî'.

Di hişyariya geştyariyê ya ku ji bo Amerîkayê hat dayîn de, hat destnîşankirin ku ji ber kesê bi navê Tire Nichols ê li bajarê Memphis ê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê rastî tundiya polîsan hat û mir, li seranserî Amerîkayê protesto hatin lidarxistin.

Amerîka, Almanya, Belcîka, Fransa, Îspanya, Swêd û Îtalyayê ji bo Tirkiyê hişyariya geştyariyê dan.

Piştî hişyariyên Amerîka, Almanya, Belcîka, Fransa, Îspanya, Swêd û Îtalyayê ji Tirkiyê jî ji bo Amerîka û Ewropayê hişyariya geştyariyê hat dayîn.

Di hişyariya Tirkiyê de hat destnîşankirin ku geşedanên ku li Ewropayê pîvanên xeternak ên bêtehamuliya olî û nefretê nîşan didin, asta metirsiyê ya ku li Ewropayê "tevgerên nijadperest û cudaxwaz" gihîştine bi awayekî zelal radixe ber çavan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst