Li ser Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk biryara girtinê hat dayîn

27-10-2022
RÛDAW
Nîşan Şebnem Korur Fincanci Biryara Girtinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci bi hinceta propagandeya “rêxistina terorê” hat girtin.

Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ya ku 26ê Cotmeha 2022an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de hatibû desteserkirin, îro Pêncşemê 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wê hat dayîn.

Beriya demekê derbarê Şebnem Korur Fincanci de ji ber axaftinên wê yên li ser îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve li dijî PKKê, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Li ser vê yekê polîsan bi ser mala Fincanci ya li navçeya Kadikoy a Stenbolê de girtibûn û ew desteserkiribûn.

Li gor agahiyan piştî karûbarê yasayî li Rêveberiya Emnî ya Enqerê Fincanci bo Dozgeriya Cezayê Sulh hatiye şandin û dadgehê biryar daye ku bi hinceta “rêxistina terorê” bê girtin.

Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincanci di bernameyekê de gotibû, “Min berê jî lêkolîn kiribû. Gazeke bi jehr a ku sîstema hêrsê têk dide hatiye bikaranîn. Gelek corên çekên kîmyewî hene. Her çiqas bikaranîna wan hatibe qedexekirin jî lê mixabin em dibînin ku di şer de tê bikaranîn.”

Navenda Parastina Gel ser bi PKKê berî çend rojan daxuyaniyek belav kiribû ku artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê Sibata 2021an di operasyonên herêmên Gare, Zap, Avaşîn û Metîna de “bombeyên ku di qada navdewletî de hatine qedexekirin û çekên kîmyewî yên ku gazên bi jehr derdixînin hatine bikaranîn.”

Herwiha ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di encama “êrîşa kîmyewî” de canê xwe ji dest dane û nasnameya wan bo raya giştî eşkere kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst