Erdogan 21 parêzgar ji kar dûr xistin

27-10-2018
RÛDAW
Nîşan Erdogan Parêzgar Jikardûrxistin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi yekem "Biryarnameya Parêzgaran", parêzgarên 21 parêzgehên Tirkiyê ji kar dûr xistin û 39 parêzgarên nû diyar kirin.

 

Piştî Tirkiye derbasî sîstema hikûmeta serokomariyê bû, ji aliyê Recep Tayyip Erdogan ve yekem "Biryarnameya Parêzgaran" hat ragihandin û di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

 

Bi biryarnameya nû, Parêzgarê Enqerê Ercan Topaca û 20 parêzgarên bajarên din ji kar hatin dûrxistin.

 

Parêzgarê Stenbolê Vasip Şahin bo Parêzgariya Enqerê, Parêzgarê Dîlokê Ali Yerlikaya jî, bo Parêzgariya Stenbolê hat veguhestin.

 

Di nav parêzgarên ku ji kar hatin dûrxistin de, Parêzgarê Bûrsayê Îzzettin Kuçuk, Parêzgarê Trabzonê Yucel Yavuz, Parêzgarê Hatayê Erdal Ata û Parêzgarê Kilîsê Mehmet Tekinarslan jî hene.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst