Serokkomarê Tirkiyeyê tê Hewlêrê

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de ji bo serdanê bê Hewlêrê û Bexdayê.

Ji Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Rencderan jî ji bo Kongreya Mezin a Awarte ya AK Partiyê hatibûn vexwendin.

Ji Îraqê jî Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Komîsyona Heşdî Şeibî Falih Feyyaz, Serokê Hevpeymaniya Sune Xemîs Xençer û berpirsên Eniya Tirkmenan a Îraqê amade bûn.

Nûnerên partiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên ji bo kongreyê amadebûn bi Erdogan re civiyan. 

Di civînê de Serokkomar Erdogan diyar kiriye ku dê di demek nêzîk de were Îraq û Herêma Kurdistanê.

Li aliyê din Erdogan ji Sîdad Barzanî xwest ku slavên wî li Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bike.

Erdogan herwiha gotiye ku ew rijd in li ser bicihkirina rêya geşepêdanê ku hêla hesin a di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst