Erdogan li ser gotinên wî yên derbarê êrişên Tirkiyeyê de bersiva Biden da

13-10-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Biden Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê li ser axaftinên Serokê Amerîkayê ku digot êrişên Tirkiyeyê li ser ewlehiya Amerîkayê gef in axivî.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 4emîn Foruma Aborî û Kar a Efrîqa û Tirkiyeyê ya li bajarê Stenbolê de li ser pêşhatên dawî yên li navçe û cîhanê axivî.

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja pêncşemê piştî êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:

“Êrişên Tirkiyeyê yên li deverê li ser ewlehiya niştimanî û siyaseta derve ya Amerîkayê gefên gelekî mezin û cidî ne.”

Serokkomarê Tirkiyeyê li ser daxuyaniya Biden got:

“Daxuyaniya ku hatiye dayîn di demekê de ye ku bi rihê hevbeşiya stratejîk û hevpeymaniyê re nagunce, wêrekiyê dide rêxistinên terorî yên ku dixwazin Sûriyeyê dabeş bikin.”

“Li ser ewlehiya niştimanî ya Tirkiyeyê gefek e”

Erdogan di axaftina xwe de çalakî û hevbeşiya Amerîkayê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ya bi HSDyê re wek gefa li ser ewlehiya welatê xwe bi nav kir û bêyî ku navê HSDê bîne got:

“Çalakiyên ku Amerîka li Sûriyeyê bi baskên PKKyê re dike li ser ewlehiya niştimanî ya Tirkiyeyê gefeke derasayî ye.

Em dê ew kesên ku şanoyê dikin bi senaryoyên wan re bi tenê bihêlin û li ser avêtina gavên pêwîst ji bo ewlehiya xwe ya niştîmanî berdewam bin. ”

Erdogan behsa xistina droneke Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Amerîkî ve kir û got:

“Qey em bi Amerîkayê re di NATOyê de ne bi hev re ne? Belê em bi hev re ne. Amerîkayê drona me xist?

Belê xist. Em çawa di NATOyê de bi hev re ne û tu çawa dikarî tiştekî wiha bikî?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst