Têkildarî êrîşa Mêrsînê derbarê 22 hesabên medya civakî de lêkolîn hat destpêkirin

27-09-2022
RÛDAW
Nîşan Êrîşa Mêrsînê Tirkiye Dilşah Ercan Zozan Tolan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Ewlekariya Tirkiyê ragihand, têkildarî êrîşa li ser binkeya polîsan a li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê ku têde polîsek hatibû kuştin, derbarê 22 hesabên medya civakî de lêkolîn hatiye  destpêkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Tirkiyê Îro 27ê Îlona 2022ê li ser êrîşa şeva borî 26ê Îlona 2022ê ya li ser binkeya polîsan a navçeya Mezîtlî daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Ewlekariya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku wan têkildarî mijarê derbarê 22  hesabên medya civakî lêkolîn dane destpêkirin ku piştî êrîşê li ser wan hesaban parvekirinên provakatîv belav kirine.

Rêveberiya navborî herwiha dibêje jî derbarê kesên ku li ser wan hesaban post belavkirine jî karûbarên yasayî hatine destpêkirin.

Şeva 26ê Îlona 2022ê 2 kesan êrîşî binkeya polîsan a li navçeya Mezîtlî ya Mêrsinê kiribûn û di êrîşê de polîsek Tirkiye hat kuştin û yek jê polîs 4 kes birîndar bûn.

Piştî vê êrîşê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand yek ji kesên ku êrîş pêkaniye “Dilşah Ercan” e ku bi nasnavê “Zozan Tolan” tê naskirin û di nav baskên ciwanan ê PKKê de bûye. Navê Dîlşah Ercan weke rojnamevan di vê rapora CHPê ya sala 2012ê  de cih digire ku derbarê 188 rojnamevan girtî de hatiye amadekirin û wê demê daxwaza azadkirina wan dihat kirin.

Serokkomarê Tirkiyê piştî êrîşê roja Sêşemê li ser wê raporê CHP got: “Hûn li pey şopa kîjan ji van terorîstan biçin, serê wan digihe HDPê yan jî ji wan aliyên in ku CHP weke rojnamevan, siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl xwedî li wan derdikeve. Piştî van gotinên Erdogan gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya civakî CHP û HDP kirin armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst