Ji baranê reviyan lê ji elektrîkê rizgar nebûn

13-07-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Barana Gur Lehî Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Konakê ya Îzmîrê du kesên ku ji baranê direviyan ji ber girtina elektrîkê kesan canê xwe ji dest da.

Doh êvarê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê baraneke gur bariya û bandorek neyînî li jiyana welatiyan kir.

Li Taxa Enver Dundarê ya navçeya Konakê ya Îzmîrê piştî baranê cade û kolan di nav avê de man.

Li gorî zanyariyan, kesekî dema ku dixwest ji baranê bireve ket nav ava baranê ya li ser cadeyê kom bûbû û di nav avê de elektrîkê ew girt.

Jineke ku hevala wî bû xwest hevalê xwe rizgar bike lê elektrîkê wê jî girt.

Bi alîkariya kesên derdorê her de kes ji avê hatin derxistin û ew birin nexweşxaneyê.

Lê her du kesan tevî hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê wergirtin û berpirsên kompanyaya elektrîkê jî li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst