Li Manisayê kesekî hevjîn, xesû û bûrayê xwe kuştin

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Manîsa Salîhlî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Salîhliyê ya parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê kesekî di encama pevçûnekê de hevjîn, xesû û bûrayê xwe yên berê bi kêrê kuştin.

Li gorî agahiyan, şeva borî li navçeya Salîhliyê ya Manisayê kesê bi navê A.Ç. yê 34 salî çûye mala hevjîna xwe ya berê û pev çûne.

Di pevçûnê de A.Ç. hevjîna xwe ya berê ya bi navê Nagîhan Canê bi kêrê birîndar kir.

Piştre A.Ç. xesûya xwe ya berê ya bi navê Fatma Canê (62) û bûrayê xwe yê berê yê bi navê Îbrahîm Can (39) ên ku xwest pevçûn rawestînin bi heman awayî birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku Fatma Can li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û Nagîhan û Îbrahim Can jî ligel hemû midexaleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Herwiha hat ragihandin ku piştî bûyerê êrişkar hatiye desteserkirin.

Li Tirkiyeyê êdî kuştina jinan bûye wekî diyardeyekê.

Li gor rapora “Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin”, nîsana îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 32 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst