Bahçelî li ser dirûşmên alîgirên Fenerbahçe û Beşiktaşê bertek nîşan da

27-02-2023
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî MHP Fenerbahçe Beşiktaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPê Devlet Bahçelî, piştî ku alîgirên tîmên Fenerbahçe û Beşiktaşê di stadyûman de diruşmên “Hikûmet îstifa” bilind kirin, nerazîbûn nîşan da û daxwaz kir ku ti kes bo stadyûman neyê wergirtin û lîstikên futbolê bê alîgir bên lîstin.

Piştî alîgirên tîma Fenerbahçeyê alîgirên tîma Beşiktaşê jî, ji ber karesata mezin a erdhejê û rêvebirina xirab a desthilatê li stadyûmê diruşma “Hikûmet Îstifa” bilind kirin.

Roja 25ê Sibatê li Stadyûma Fenerbahçeyê di dema lîstika tîmên Fenerbahçe û Konyasporê de alîgirên Fenerbahçeyê slogana “Hikûmet îstifa” bilind kirin. Roja 26ê Sibatê jî alîgirên tîma Beşîktaşê di dema lîstika ligel Antalyasporê slogana “Hikûmet Îstifa” bilind kirin.

Devlet Bahçeli, ku endamê tîma Beşiktaşê ye nerazîbûn nîşanî alîgirên wê tîmê da û ragihand ku dest ji endamtiya tîma Beşiktaşê berdaye. Bahçeli herwiha daxwaz kir ku yan tedbîr bên wergirtin an jî lîstikên futbolê bê alîgir bên lîstin.

Rahênerê Teknîkî yê Beşiktaşê Şenol Guneş li ser pirsa rojnamevanan bersiv da gotinên Bahçeli û got: “Ez naxwazim tiştekî bêjim ku rojev bê guhertin. Lê divê em li dijî her nerînê ji tawanbarkirin, sivikatîkirin û tinekirinê rizgar bibin.”

Serokê Koma Parlamentoyê ya CHPê Ozgur Ozel jî derbarê îstîfakirina Bahçeli de ji endamtiya Beşiktaşê got: “Yek kesî ji daxwaza îstîfakirinê têgihişt, ew jî bi xeletî têgihişt.”

Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “44.374 kes mirine, 100 hezar birîndar hene, 173 hezar avahî hilweşiyane û zerareke zêde dîtine. Çadir nîne, Dewlet nîne, yek kesî jî dest ji kar bernadeye. Me got, îstîfa. Yek kesî fêm kir, wî jî bi xeletî fêm kir.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Trîbunan got, `hikûmet îstifa`. Bahçeli disan xelet têgihişt, ji endamtiya Beşiktaşê îstifa kir.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst