Bahçelî li ser Ekrem Îmamoglu daxuyanî da: Divê bi lez biryar bê dayîn

15-04-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî MHP Ozgur Ozel Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Dewlet Bahçelî bang kir û xwest di doza biryarên Ekrem Îmamogu de bi lez biryar bê dayîn.

Devlet Bahçelî, rêveberiya Partiya Gel a Komarî (CHP) bi “xiyanet"ê  tohmetbar kir.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ku du meh in bi temamî ji raya giştî dûr ma, hefteya borî çû ser gora serokê damezirîner ê MHPyê Alparslan Turkeş û piştî du mehan derket pêşberî kamerayan.

Bahçelî di vê heyamê de bi daxuyaniyên nivîskî û axaftinên telefonê xebatên xwe didomîne.

Bahçelî di daxuyaniya xwe ya herî dawî de Serokê CHPyê Ozgur Ozel bi tundî rexne kir û got:

“Eşkere ye ku Serokê Giştî yê CHPyê kontrola xwe winda kiriye, rûmeta xwe ya siyasî tune dihesibîne û cesareta xwe ji nezanî û serhişkiya xwe distîne.”

Bahçelî derbarê Îmamoglu jî wiha got, "Divê pêvajoyên dadgehê yên derbarê Îmamoglu de bi lez bên nirxandin û biryar were dayîn.

Divê qonaxên lêpirsînê bi temamî bên temamkirin bi îfadeyên şahidan, delîlên eşkere û rast, agahî, belge û dîtinên din ên di dosyayê de û heke gumanbar Ekrem Îmamoglu bêguneh be, divê beraeta wî, heke ne wisa be, divê cezayê wî di demeke zû de li gorî wijdana civakê were mîsogerkirin."

Bahçelî dezgehên medyayê jî rexne kirin û eşkere kir ku civak ne mecbûr e li nêrîn, raman û parvekirinên bêwate guhdarî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst