Stenbol (Rûdaw) - Li gorî Forûma Aborî ya Cîhanî (WEF) ji bo ku li cîhanê wekheviya di navbera jin û mêran de pêk were, di mercên heyî de 131 sal pêwîst in.
Li cîhanê welatek jî nîn e ku jin û mêr di her qonaxê de wekhev bin. Rewşa hin welatan gelekî xirab e lê ya hin welatan jî bûye cihê hêviyê.
Rewşa Tirkiyeyê li gorî hemû pîvan û raporên navdewletî xirab e. Dîsa li gorî WEFê di warê wekheviyê de Tirkiye di nava 146 welatan de di rêza 129an de ye.
Di warê kuştin û tundûtûjiya li hemberî jinan de jî Tirkiye dîsa di raporan de di rêzên 'sor' de cih digire.
Di Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan de li seranserî Tirkiyeyê jin bo mafên xwe dadikevin qadan.
Lê rêjeya kuştina jinan ji ber sedemên cihê zêdebûna xwe diparêze. Li hêlekê tundûtûjî li hêla din têkoşîna jinan jî berz dibe.
Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan jin careke din dadikevin meydanan û dengê xwe bilind dikin bo wekhevî û mafên xwe.
Ji ber ku, sîstema perwerdeyê, sîstema dadwerî, ziman û helwestê siyaseta serdest û gelek babetên din dikin ku Tirkiye di warê newekheviyê de li cîhanê di serê lîsteyan de cih bigire.
Aktorên têkoşîna jinan ji rêwşa heyî bêzar û bi gazinc in. Ji ber ku pêşketina wekheviyê li hêlekê, mafên heyî yên jinan jî her têne kêmkirin.
“Tişta herî krîtik gavên ku desthilat davêje ye”
Nûnera Platforma Rawestandina Kuştina Jinan Fîdan Ataselîmê anî ziman:
“Divê hemû derfetên raya giştî, ên dewletê û hemû wezaretan ji bo parastina mafên jinan bêne seferberkirin. Ji bo ku jin bêne parastin.
Lê mixabin em dibînin ku di salên dawîn de rewşeke tam berovajî vê tê meşandin. Lewra eger bêjî tişta herî krîtik çi ye, ew jî gavên ku desthilat davêje ye.”
Li gorî amarên berdest di sala 2023yan de li Tirkiyeyê 357 jin hatine kuştin. Tenê di meha Çiriya Pêşînê de 19 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin.
Li hêla din di warê beşdariya derfetên aborî de Tirkiye di nava 146 welatan de di rêza 133an de ye. Wekheviya li qada perwerdeyê rêza 99an, bi hêzbûna li qada siyasetê rêza 118an, li qada tenduristiyê jî rêza Tirkiye li cîhanê 100 e.
Nêrîna jinên Tirkiyeyê yên li ser rewşê jî wiha ye.
“Jin li pişt deriyên girtî rastî tundûtûjiyê tên”
Nurten Sutê li ser tundûtûjiyê got:
“Tundûtûjî li hemû cîhanê heye li ser jinan. Dibe ku li Ewropayê pir nayê xuyakirin lê li her derê li pişt deriyên girtî jin rastî tundûtûjiyê tên.”
Şîrîn Yilmazerê jî got:
“Niha li Tirkiyeyê mafên mirovan nînin. Ne tenê jin, mafên mirovan nînin lê helbet mafê jinan jî qet nînin. Heger tu bi awayekî kategorîk lê binêrî mafên zarokan jî nîn in.
Mafên heywanan jî nînin. Weke gava lezgîn divê sîstema perwerdeyê were guhertin.”
Endam Yakarê diyar kir ku di nava civakê de cihê jinan nîne û got:
“Ne mafên me hene, ne azadî heye. Her tişt qedexe ye. Mêr dizanin û mêr dikin. Em wekhev nînin.”
Dîsa li gorî saziya bi navê Rapora Tirkiyeyê, rêjeya tundûtûjiya li hemberî jinan li Tirkiyeyê ji sedî 38 e û di nava welatên OECDyê de jî Tirkiye di vî warî de di rêza yekê de ye.
Betalkirina Peymana Stenbolê, kêmasiyên sîstema dadwerî û çend sedemên weke zêdebûna kuştina jinan têne nîşandan.
Lewra di nava 10 salên dawîn de li Tirkiye 3 hezar û 901 jin hatine kuştin û rêje sal bi sal zêde dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse